Evîd-Sen: Ewlehiya canê me tuneye 2020-04-24 14:43:28   STENBOL - Derbarê rewşa jinên ku li malan paqijiyê dikin û pê debara xwe dikin de Evîd-Sen raporek aşkera kir û got: "Di pêvajoya vîrûsa koronayê de 7 jin bi vîrûsê ketin û niha tedawî dibînin. Her wiha jinên ku niha nikarin bixwebitin jî bi pirsgirêkên aborî re rûbirû mane."   Sendîkaya Piştevaniya Karkerên Malê (Evîd-Sen), têkildarî zehmetiyên ku jinên karkerên malan di pêvajoya vîrûsa koronayê de dikişînin raporek amade kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku li seraserê cîhanê karkerên malê ku hejmara wan ji 100 milyonî zêdetir e bê ewle ten xebitandin û vîrûsa koronayê bandorê li gelek jinên kedkarên malê kiriye.   Di raporê de wiha hat gotin: "7 jinên ku li malan karê paqijiyê dikin bi vîrûsê ketine û tedawiya 7 jinan jî berdewam dike. Me bi rêya înternetê bi 30 jinan re têkilî danî. Ev jinên ku berê di karên rojane de xebitîn niha hemû bê kar in. Bi pirgirêkên aborî re rûbirû ne. Niha hatine asta ku nikarin pêwistiyên xwe yên rojane pêk bînin. Di dema xebatê de ewlehiya canê me tune ye."