Ji Meclîsa ISIG'ê Gîzem: Di pandemiyê de keda jinê krîz kûrtir kir 2020-04-22 09:07:00   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji Meclîsa ISIG’ê Gîzem Argunşah diyar kir ku qanûna tirk a 62 xalî ya di pêvajoya vîrusê de tê dîtin, karsazan diparêze û got di vê pêvajoya vîrusê de modelên xebata li malê, rolên malê yên jinên mayîndetir dike û got keda jinê krîzê girantir dike.   Ji Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ISIG) Gîzem Argunşah, qanûna tirk û krîza ku di qada kesê de vîrusê afirandiye û bandora krîzê ya li ser jinan nirxand.   Gîzemê bi lêv kir ku hinek xalên di pêşnûmeqanûna turik de, wê tevlî qanûna kar û hinek qanûnên têkildar bên kirin û got ev xal hemû karsazan diparêzin. Gîzemê wih agot: “Di rewşa ku 10 xal bikevin meriyetê şûnde, wê bi taybet karsaz bên parastin.”   ‘Wê karsaz biçin riya destura bê pere’   Gîzemê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê karsaz bi vê re biçin riya destura bêpere ya ji bo karkeran û got: “Bi vê re jî karker bi pereyê fona ku bixwe avakirine de, nikaribin debara xwe bikin. Niha welatî bi mûçeyê asgarî nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê jî ev pereyê nakdî yê hatiye diyar kirin jî wê têr neke. Ligel vê, tê diyarkirin ku, ger ji xwe made bikeve meriyetê şûnde, bi sê mehan navberê ‘qedexeya ji kar derxistinê’ wê pêk bê. Ji ber vê jî niha mekanîzmayeke ku pêşî ji kar derxistinê derdixe tune. Heta pêşnûme bikeve meriyetê û 3 meh şûnde wê ji karderxistin bidomin.”   ‘Barê jinên dixebitin girantire’   Gîzemê her wiha bi lêv kir ku ji ber niha daneyên zelal yên der barê ji kar derxistinê tune, belavbûna zayendê jî nizanin û got li jinan jî ji ber rolên zayenda civakî, li malê lênerîna zarok û kal û pîran tê ferzkirin. Gîzemê wiha got: “Di pêvajoya pandemî de barê jinên dixebitin girantir e. Neçarin barê karê malê jî hilbigirin. Hinek şîrket derbasî pergala xebata li malê bûn. Lê di pêvajoya karantînayê de barê kar yên jinan yê li malê zêdetir bû. Keda jinê ya li malê nayê dîtin û vê jî pirsgirêk girantir kiriye. Dibistan girtîne, zarok li malê ne. Lênerîna zarokan. Kar û barê malê. Ji ber vê barê jinan girantir bûye. Jin neçar dimînin li ser kompîturê karên xwe jî bidomînin. Neçarin bibin karkerek baş, dayikek baş, hvjînek baş. Ji ber jin rêveberek asta herî jor be jî di encamê dayik e.”   ‘Xebata li malê dibe ku rê li ber windabûna maf vebike’   Gîzemê her wiha balkişand ser pisgirêkên xebata li malê û got xebata li malê ji windabûna maf re vekiriye û got di peymanên kar de, bi aşkera diyarkirina parametreyên saetên xebatê û mûçeyan gelek girînge û got di alî ewlehiya kar û tenduristiya kar de xebata ji dûr ve hîna sînorên wê nehatine diyarkirin û ji ber vê jî gelek walahî hene.   Gîzemê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hilberînên ne ferz û lezgîn divê bên sekiandin. Divê karker li malên xwe bin, divê ji kar derxistin bê qedexekirin û karker bikevin bi ewlehiyê. Divê karên malê tenê li milê jinan neyê barkirin.”