Jinên rûpûş çêdikin: Dewletê nikaribû rûpûşekê bê pere bide 2020-04-19 09:33:03   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Du karkerên berê yên tekstîlê ku endamên meclîsa Şaredariya Çîglî ne, rûpûşên bê pere çêdikirin. Jinan diyar kirin ku dewlet di belavkirina rûpûşên bê pere de dereng maye û gotin dikare piştevanî bê mezinkirin.   Endamê Meclîsa Şaredariya Çîglî Aynur Çelîk û Eylem Ozdemîr yên karkerên berê yên tesktîlê ne, piştî ku vîrus belav bû û bihayên rûpûşan zêde bûn, di civînên koordînasyona şaredariyê de pêşniyar anîn û di encama vê de dest bi hilberandina rûpûş û mertalan kirin. Hilberîna ku ji aliyê jinên dildar yên taxa Guzeltepe ve hat destpêkirin li navçeyên din jî belav bû.   ‘Ewil xebatkarên tenduristiyê’   Eylem Ozdemîrê diyar kir ku li gorî alavên xwe rojane hezar berhemî çêdikin û got heta xwe bigihînin li gel jî belav dikin. ‘Piştevanî mezin bû, astengî hatin rakirin’   Eylemê bi lêv kir ku bi keda jinên dildar serkeftin bidest xistine û wiha pê de çû: “Me navenda tenduristiyê ya navçeyê û qeymeqamtiya navçeyê re li civîna koordînasyonê de pêşniyar kir ku em wek şaredarî dikarin çi bikin. Pirsgirêka rûpûş a xebatkarên tenduristiyê hebû. Bi rûpûş destpê kir û piştre bi navçeyê sînor nema. Hemû navçeyan piştgirî xwestin. Hinek navçeyên din jî dest pê kirin. Me perwerde li navçeyên Balçova, Buca, Seferîhîsar û Selçukê bi vîdeoyê da. Niha ji Tirkiyeyê daxwaz heye.”   ‘Peywira dewletê ne tenê rûpûş e’   Eylemê wiha dawî lê anî: “Piştî esnafan rûpûş biha kirin hikûmetê rûpûş kir bê pere. Em bawer dikin ku me deng da. Hêvîdarim ev ji bo hemû bajaran bibe mînak. Peywira dewletê ne tenê rûpûş e. Divê lêçûna esnafan çareser bikin.”   ‘Jin her tiştî difikirin’   Ji xebatkaran Elîf Çelîk jî got piştî vîrûsê hewcedarî bi hilberînê dîtine û got: “Li gorî min dewlet ji bo gel têr nabe alîkar. Em jî bi derfetên xwe ketin hewldanan. Ev me kêfxweş dike.”   Pinar Akin ya di hilberînê de cih digire jî got divê pêvajoyê de divê zanist, xebatkarên çandiniyê û tenduristiyê neyên jibîrkirin û got: “Em bi saya wan li ser piyane. Ger em xebatkarên tenduristiyê bidin jiyîn em ê jî bijîn. Di demên herî zor de dîsa jin li pêş in. Jin her tiştî difikirin.”   ‘Rûpûş hîna bi pere tên firotin’   Endama kordîneya hilberîna rûpûşê Aynur Çelîk got li atolyeyê navbera xwe diparêzin û bi jin û mêran re hilberînê dikin û got: “Bihayê rûpûşan ewil pir zêde bû. Em li ser vê ketin hewldanan. Em bi hêza xwe bawer bûn û em bi ser ketin. Piştevanî dikare bê mezinkirin. Li gelek qadan mafê mirovan tüne ye. Divê dewlet ji bo gel hebe.”