Pêkhateyên KESK’ê li Wanê ‘Xeta Piştevaniyê’ ava kirin 2020-04-16 09:16:00     WAN - Pêkhateyên KESK’ê yên Wanê di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrusa korona de ‘xeta piştevaniyê’ ava kirin. Hevseroka Egîtîm Senê a Wanê Hulya Atli diyar kir ku wê di qada psîkolojîk, perwerde û perwerdehiya taybet de piştgiriyê bidin û got: “Piştgirî bi awayekî onlîne ji aliyê kesên pispor yên dildar ve wê bê dayîn.”   Pêkhateyên KESK’ê yên Wanê di çarçoveya vîrusê de bi armanca piştgiriya gel ‘xeta piştevaniyê’ ava kirin. Xet ji aliyê Sendîkaya Kedkarên Perwerdê (Egîtîm Sen) û Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) yên Wanê ve hat avakirin û kesên pispor wê piştgiriya perwerde û psîkolojîk bidin.   ‘Beşeke cidî ji perwerda dur sûdê nagirin’   Hevseroka Egîtîm Senê ya Wanê Hulya Atli got şêwirmendên psîkolojîk, mamosteyên rehberê û mamosteyên perwerda taybet wê dildar bixebitin û got beşeke cidî ya civakê ji perwerdehiya ji dûr ve sûdê nagirin û wiha pê de çû: “Malbatên xwedî derfet zarokên wan sûdê digirin. Lê beşeke mezin malbatan ne xwedî derfetin. Me wek pêkhateyên KESK’ê xeta piştevaniyê ava kir. Xet hîna nû ye. Ne diyare ku pêvajo çiqas bidome. Her ku dirêj bibe wê pirgirêk jî zêde bibin.”   ‘Li ser daxwaza mezinan wê piştgiriya psîkolojîk bê dayîn’   Hulyayê destnîşan kir ku li gorî daxwazan wê kesên pispor piştgiriyê bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Psîkologên endamên SES’ê gotin wê di vê pêvajoyê de piştgiriyê bidin. Li ser daxwaza mezinan dikare piştgiriya psîkolojîk bê dayîn. Der barê mezinan de xebat tune. Ji ber vê jî wê li ser onlîne piştgirî bê dayîn. Hemû piştgirî, bi hevdîtina telefon, Whatsapp an jî wek onlîne hatine plankirin. Derfetên hevdîtinên rû bi rû tune. Di van şertan de ne pêkane ku rû bi rû hevdîtin pêk bên.”   ‘Hewcedariyên zarokên taybet diguhere’   Hulyayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hewcedariyên zarokên taybet jî diguherin û wiha pê de çû: “Ji ber vê BEP (Bernameya Perwerda Şexsî) pêk tê. Çarçoveya perwerda taybet pir berfireh e. Ji bo zarokên taybet bernameyên şexsî û xebat tên kirin. Dibe ku di vê pêvajoyê de daxwaz hebin.” Hulyayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di pêvajoya têkoşîna li dijî vîrusê de ji bo kes bi awayekî neyînî bandor nebin divê agahî ji çavkaniyên rast bên girtin û got di vê pêvajoyê de bê guman aktîvîteyên ku ji bo mirovan baş e divê bên kirin. Hulyayê her wiha got kesên dixwazin xwe bigihînin wan dikarin ji ser numareya telefonê û e-maîl ya li ser metnê îlankirinê xwe bigihînin wan.