SES di pêvajoya vîrusê de xebata piştgiriya endamên xwe dimeşîne 2020-04-15 09:23:17   WAN - Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku di pêvajoya vîrusê de jî piştgiriya ji bo endamên xwe yên îxrac bûne didomînin û got: “Rewşa heyî her çiqas me di cihên girtî de bihêle jî kevneşopiya têkoşîna me wê ji bin vê derkeve.”   Navenda Giştî ya SES’ê di pêvajoya vîrusê de bi armanca piştevaniyê ji bo endamên xwe yên îxrac bûne ji bo 3 mehan û ji bo xebatkarên sendîkayê jî ji bo carekê hezar û 500 TL piştgirî da.   ‘Me kesên hewcedar diyar kirin’   Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu got ew ji roja ewil a vîrusê de di piştevaniyê de ne û got ev piştevanî jib o wan gelek girînge û got: “Me xwe gîhand endamên xwe.Me rewşa wan pirsî. Me di encama vê de hevalên xwe yên hewcedariya wan bi aborî heye diyar kir. Di vê pêvajoya ku hemû kes vekişyan malê de xebatên me pêk hatin. Em van xebatên xwe jî bi rêbaza Navenda Giştî diyar dikin.”   ‘Em ê bi kevneşopiya têkoşînê ji bin vê derkevin’   Fîganê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ev piştevaniyeke di esasa rêxistinbûnê de ye û got: “Ev pêvajo her çiqas me di cihên girtî de bihêle jî wê kevneşopiya têkoşîna me ji bin vê derkeve. Di alî aborî de, em ê bangên xwe yên pêwist jî li dewletê bikin.”