Koronayê bandora xwe li ser turîzmê jî kir 2020-04-15 09:02:21   AMED - Seroka Şaxa Sendikaya Turîzmê ya Îzmîrê Zohre Aksut diyar kir ku Çavkaniya herî mezin ya aboriya dewletan turîzm e, lê vîrusa koronayê bandora xwe li ser sektora turîzmê jî kiriye.  Lê li gel ku xebatkarên turîzmê jiyana xwe dikin xeterê  jî dewletê ji bo wan tu çareserî pêk ne aniye.    Vîrusa Koronayê (COVÎD-19) a ji Çînê belavî cîhanê bûye li cîhanê bû sedema karasetên mezin. Bi belav buna vê vîrusê re turîzma ku çavkaniya herî mezîn a aboriyê ya dewletan e jî para xwe ji belavbûna turîzmê girt û geşt û gerên nav welatan sekinîn. Dewletên ku di çarçoveya ewlehiyan de bangên di malên xwe de bimînin dikin , ji bo kesên mecbûrî xebatê ne tu bergiriyan nagirin. Seroka Şaxa Sendikayên Turîzmê ya Îzmîrê Zohre Aksut û xwendekara beşa turîzmê ya Zanîngeha Selçukê Esra Polat, der barê van mijaran de axivin û diyar kirin ku piştî vê pêvajoyê dibe ku kes ji geşt û gerê bi fikarar bin.   ‘Rewşa xebatkarên Turîzmê ket zorê’    Zohre di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku turîzm ji bo pêşketina dewletan pir girîng e û çavkaniya aboriyê ye. Zohre axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tirkiye ji hêla turîzmê de dewletek dewlemend e.  Lê şewba koronayê ku hemû cîhanê dorpeç kir bandora xwe li ser Tirkiyeyê jî kir. Ji ber ku Tirkiye ji bo demsala  havînê amadekariyên xwe dikir. Rewşa turîzmê di heman deme de li ser hemû xebatkarên turîzmê bandora neyînî kir. Dewlet her çiqas ketibe rêya çareseriyê jî bergîrî tene di hela fermî de hatin girtin. Xebatkarên turîzmê ji 3’yan 1  ji wan SKK’yî ne û ji 3’yan 2 jî tene di demsala havînê de dixebitin û tu ewlehiya wan tüne ye. Lê dewletê ji bo wan jî heta niha tu bergîrî negrtine.”      ‘Ji bo xebatkaran tabloya birçîbûne hatiye derxistin’   Zohre diyar kir ku dibêjin di mala xwe de bimînin lê ji bo kesên şert û mercên wan lihev nayê tabloya birçîbûnê hatiye derxistin û wiha got: “Ji dîrokê û heta niha berdela aloziyên dewletan, pola karkeran daye. Piştevaniya ku herî zêde vê pêvajoyê pêwistiya me pê heye dîsa karker  dikin. Daxwaza me ya ji dewletê ew e ku di vê pêvajoya şewbê de ji bo karkerên turîzmê û hemû karkeran bê astengî pêdiviyên van pêk bîne."   ‘Mirov dê ji bo geşt û gerên xwe yên pêş de bi fikar bin’   Xwendekara esra polat jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand  ser girîngiya turîzmê û diyar kir ku turîzm di navbera dewletan de hevbandoriya çandê jî dike û bi wî awayî derfeta mirovan ji bo nasîna xweza, çand û dîroka ji bo dewletên din jî çêdibe û wiha berdewam kir: “Turîzm li gel pêşxistina debar û aboriyê bi geştûgerê derketiye holê. Helbet bandora sîyasetê jî li ser heye. Têkiliyên bazirganiyê li ser nasîna dewletan bandoreke erenî çêkir. Heke turîzm tune be dewlet jî pêşve naçin.  Her wiha têkçûna turîzmê windabûnek mezin e. Li cîhanê û Tirkiyeyê turîzm ji bo çavkaniya aboriyê  alaveke herî girîng e. Niha ji ber vîrûsa koronayê ku hemû cîhanê xist bin bandora xwe pergala turîzmê hilweşandinek mezin dijî. Ev jî tê wateya ku cîhan û mirov dikevin bin qeyranekê. Ji ber vê yekê mirov dê ji bo geşt û gerên xwe yên dema pêş bi fikar bin.”   ‘Turîzm ji bo pirsgirêka betaliyê jî çareseriyek bû’   Esrayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tirkiye divê di pêvojoyê de piştgiriyê bide gelê  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her sal bi milyonan turist tên Tirkiyeyê. Ev jî ji bo aboriya Tirkiyeyê çavkaniyeke pir mezin e. Turîzm ji bo pirsgirêka betaliyê jî dibû çareserî. Lê di demên dawî de ji ber pirsgirêkên sîyasî û polîtîk hinek sektora turîzmê hejiya û dema vîrûs jîmê ev pirsgirêk zêdetir bûn û wekî hemû cîhanê bandora xwe ya neyînî li ser sektora turîzmê ya li Tirkiyeyê jî kir. Ez bawer im ev pêvajo wê bi piştevaniyê bê derbaskirin. Ji ber vê jî divê di warê aboriyê de pêşketin hebe û ji bo  xebatkarên sektora turîzmê piştevanî bê kirin.”