Ji bo pêşîgirtinê ne dereng e: Divê biryarên rast bên girtin 2020-04-14 09:18:00   -Melîke Aydin   ÎZMÎR - Hevseroka SES’ê ya Îzmîrê Nursel Yucesoy, diyar kir ku ji bilî midûriyetên navenda û navçeyan yên tenduristyê kes nikare xwe bigihîne daneyên der barê vîrusa korona û got: “Tiştên ku beriya qedexeya derketina derve ya du rojan hatin jiyîn, hemû tedbîr wêran kirin.”   Ji ber vîrusa korona (Covîd-19) ya li cîhanê belav bû, tablo her diçe giran dibe. Li Tirkiyeyê jî hejmara miriyan hezar derbas kir û li dijî vîrusê rêxistinên pîşeyî bangên xebatek kordînekirî li hikûmetê dikin.   Hevseroka SES’ê ya Îzmîrê Nursel Yucesoy der barê vîrusê de nirxandin kir û got hejmara miriyan her diçe zêde dibe, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrusê dikevin jî zêde dibe û got: “Lê ne pêkan e em xwe bigihînin van daneyan. Xebatkar tenê hejmara testan dibînin. Tenê midûriyetên tenduristiyê yên navenda û navçeyan dikarin daneyan hîn bibin. Pergaleke ji wan re hatiye vekirin heye. Ji ser vê pergalê ji wezaretê re tên şandin. Em nikarin agahiyek baş bigirin. Tenê dema hevalên me nexweş dikevin,em ji wan fêr dibin.”   ‘Li Urlayê mala lênerînê di bin karantînayê de ye’   Nurselê destnîşan kir ku li Îzmîrê der barê ku li kîjan navçeyê hejmar zêde ye de agahiyek zelal tune û bi lêv kir ku dibe ku li Karşiyaka, Bornova, Karabaglar û Menemenê hejmar zêde be û wiha pê de çû: “Li gorî agahiyên hevalên me li Urla û Seferîhîsarê hejmar zêde ye.Li Seferîhîsarê nêzî 20 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine. Li Urlayê jî maleke lênerînê ya kal û pîran di bin karantînayê de ye. Hemû pozîtîf derketine.Ligel vê li Menemenê hejmar zêde xuay dike. Li Tekstîla Akar a Sanayî Organîze ya Çîglî, tevî xebatkar pozîtîf derketine jî fabrîka hîna dixebite.”   ‘Tu wateya biryara qedexeyê tune bû’   Nurselê destnîşan kir ku divê hewcedariyên gel li ber çavan bê girtin, kes bê çavkanî nemîne û wisa qedexe bê îlankirin û got: “Ger wisabûna wê vîrus ewqas belav nebûya. Ji bilî vê fêdeya qedexeyê tune. Biryara dawiya hefteyê hat girtin, mirov kirin kaos û fikaran. Qedexe rastî du roj betlanê tê. Fîrma û fabrîka ji xwe wan rojan naxebitin. Ji ber vê wateya qedexeyê tune. Du saet beriya qedexeyê biryar hat dayîn û gel daketin kolanan. Çend rojan berê bihata gotin wê wisa nebûna. Rîska nexweşiyê jî zêde bû.”   ‘Barê xebatkarên jin giran bû’   Nurselê diyar kir ku di qada tenduristiyê de hejmara xebatkarên jin zêde ne û got ev xebatkarên jin li malê dijî dixebitin û ji ber vê barê jinan girantir bûye. Nurselê bal kişand ser saetên dirêj yên mesayiyê û nobetan û destnîşan kir ku xebatkar bi mesayiyên dirêj û bi ekîpmanên qels dixebitin.