Şêniyên Amedê: Em ê ne ji ber vîrusê ji birçîbûna bimirin 2020-04-13 09:07:00   Zeynep Durgut   AMED - Li Tirkiyeyê û herêmê şewba vîrûsa koronayê  her ku diçe belav dibe. Li gel belavbûna vîrûsê li kolanan û kûçeyan  tê dîtin ku  tedbîr di asta herî jêr de ne. Ji bo ku em rewşê ji nêz ve bibinin me berê xwe da kuçe û kolanên Amedê. Amedî ji rewşa heyî bi bertekin û dibêjin:” Dewlemend xwe diparêzin xîzan jî ji bo  ku wan têr bikin dixebitin.”   Şewba vîrûsa koronayê (Covîd -19) li seranserî  cîhanê belav dibe. Dîsa ji ber belavbûna vîrûsê li gelek welatan liv û tevgera mirovan rawestiya ye û bi sed hezaran kargeh  hatine girtin. Li seranserî cîhanê jî kesên bi şewba vîrûsa corona  ketine bi milyonan e û bi hezaran kesî jî yana xwe ji dest dane. Li Tirkiyeyê jî  hêjmara kesên bi şewba vîrûsê ketine bi hezaran e û kesên ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bi sedan e.    Dewlet bi avêtina gavên piçûk hewl dide ku tedbîran bigire. Lê bêgûman di tedbîrgirtinê de dewlet qels dimîne. Lê belê li  gel zêdebûna nêrazîbûnên gel kafe, kafeyên  înternetê, qehwexane, xwaringeh hwd.  hatin girtin. Pişt re  ji kesên temenê wan  65 salî û jor de  ji wan re derketina derve hate qedexekirin. Li gel zêdebûna bertekên  raya  giştî  li 30 bajaran mezin  ketin û derketin hate qedexekirin û her wiha ji ciwanên ku di  binê 20 salî de ne jî  derketina kolanan hat qedexekirin. Li gel  van tedbîran ji  aliye gel  ve berteka  "Ji ber ku kesên di temenê  20 û 60 salî de dixebitin ji wan re derketina derve nehate qedexekirin. Ji ber ku dewlet naxwaze xebat bê rawestandin.”    Dema ku ev hemû neyînî diqewimîn, me berê xwe da kolanên Amedê û me xest em bibînin   ku  welatiyên li kuçe û kolanên  Amedê dijîn di nav şert û mercên çawa de de ne.    Qerebalix zêde dibe  û  kêm nabe   Kolanên ku em nîvroj  derdikevinê bi jin û zarokên ku li ber PTT’ê rawestiyan re rastî hev tên. Bi hezaran kes, bêyî dûrbûna civakî, dikevin rêza  PTT’ê  û ji bo piştgiriya sînorkirî ya ku ji wan re were dayîn, jiyana xwe diavêjin  xeterê.  Wekî din li kûçeyên Amedê tişta herî balkêş jî bêtedbîrbûyina mirovan e.  Ji aliyek din ve jî em  ber bi bazara  peyasê ve  ya li Dîclekentê ve  dimeşîn.    Tedbîrên heyî pir kêm û lawaz in   Gava em digihîjin bazarê , her çiqas xuya  bike  ku xebatkarên li ser dezgehan  dijberî vîrûsê  tedbîrên xwe girtibin jî  tê dîtin ku tedbîrên hatine girtin jî pir kêm û  lawaz in. Em dibînin ku xebatkarên  dixebitin bi dehan caran maskeyên xwe derdixin û dubar dubara dîsa rûyê xwe pê dipêçin. Ev yeke jî bêtedbirbûyinê carekê din radixe ber çavan.    ‘Ger em nexebitin em ê çawa debara xwe bikin?’   Dema ku li bazarê em ji karkerek zebze difiroşe pirsa  rewşa wan dikin ji me re wiha dibêje:” Rewşa me berçava ye. Em serê sibehê heta êvaran  dixebitin. Hewceye ku em bixebitin. Ger em nexebitin em ê çawa debara xwe bikin? Ji aliyekî em xwe  û ji aliyekî din jî   divê em kiryaran biparêzin. Pêwîste ku em bi  maskeyan û lepikan xwe rapeçinin. Lê derfetên me tune ne. Ji ber ku di nava rojê de em hezar caran jê dikin û dubare dubare xwe pê dipêçin. Ev jî ji hêla parastinê de tevgereke xeter e.”    ‘Li Tirkiyeyê dewlet ji dewlemendan re dixebite’   Dema ku em xwe nêzî jineke ku li bazarê danûstandinê dike rewşa wê dipirsin ew ji wiha pirsa me dibersivîne:”Dibêjin ku em tedbîran digirin, lê em niha li bazarê dibînin ku çiqas tedbîrên kêm hatine girtin. Heta ku qedexeya derketina kolanan neyê îlankirin ev mirov ji nêçariya xwe wê derkevin. Kesên dewlemend xwe diparêzin dernakevin. Lê kesên xîzan ji bo ku dewlemendan têr bikin divê bixebitin. Dibe ku şewba vîrûsê ez jî girtibim lê ez niha li vir im û ji nêçariya xwe danûstandinê dikim. Li Tirkiyeyê dewlet ji dewlemendan re dixebite û xîzanan jî terikî qedera xwe tên kirin.”    ‘Ger ku em ji vîrûsê nemirin jî em ê ji birçîna bimirin’   Gava em bi jinê re diaxivin xebatkarek ku  pişt me  hêkan difroşe tevlî hevpeyvînê dibe û dibêje:” Hewceye ku em li malê bin û dewlet me biparêze. Lê li vî welatî her tişt berevajî ye. Em dixebitin û dewlet jî  mêze dike. Ez her roj li taxekê hêkan difroşim û  her roj bi hezaran kesî re mijûl dibim. Ger ez nexebitim wê zarokên min birçî bimînin. Ger ku em ji vîrûsê nemirin jî em ê ji birçîna bimirin.”   'Bila her kes bibîne ku em di kîjan  şertan de dixebitîn’   Gava ku em di sûkê re gav bi gav pêşve diçin xebatkarek dibêje : "Xwîşkê dîmenên baş bikşînin  bila her kes bibîne ku em  di çi şertan de dixebitin. Bang li me  dikin ku em li malê bimînin, lê wê kî zarokên me xwedî bike? Kî dê kirê û fatûre yên me  bide? Li vî welatî mirin tenê  ji xizanan re heye. "   Dema ku em rewşa heyî û pêvajoyê dinêrîn, em dibînin ku li Tirkiyeyê gel  ji xeynî  vîrûsê, herî zêde  di fikara aboriyê de ye.  Bi kurtasî şêniyên Amedê wiha gotin, “Em ê  ne ji vîrûsê,ê em ê ji birçibûnê bimirin” û koçan û kuçeyên Amedê ev rastî li ber  çavan raxistin.