'Ez pir kêfxweş im ku îro bi dirûtina rûpoşan xizmeta civakê dikim' 2020-04-10 09:04:00   Roj Hozan   QAMIŞLO - Jina bi navê Felek Silêman a ji gundê Maşoqyê ye, odeya xwe ya ku cil û bergan tê de didûrê veguheriye cihê çêkirina rûpoşên parastina ji Vîrusa Koronayê. Felekê wiha got:  "Ez pir kêfxweş im ku ez vê xizmetê ji bo mirovên civaka xwe pêşkêş dikim. Di van rewşên wiha de, divê em li hev miqate bin. Ez bawer im ku piştî vê nexweşiyê wê  bihara gundê me bi tevgera jinan û lîstokên zarokên me zindî bibe."   Di her qadên jiyanê de pêşengtiya jinê derdikeve pêş, bi rihekî germ û vîneke bi hêz beşdarî hemû qadên jiyanê dibe. Jin ji bo parastina civakê hemû derfet û keda xwe dike xizmetê, ji bo avakirina civakeke aram û rast bê navber tev digere. Jina bi navê Felek Silêman a 45 salî ye, di odeyeke biçûk a mala xwe dirûtina cil û bergên jinan dikir.  Piştî derketina rewşa belavbûna Vîrûsa Koronayê, Felek xwest keda xwe ji bo civaka xwe bike û karê dirûtina cil û bergan veguherê dirûtina rûpoşên parastina ji vîrûsê. Felek li ser inîsiyatîfa xwe ji me re axivî û însiyatifa vê projeya xwe ji me re parve kir.   'Ez pir kêfxweş im ku îro bi dirûtina rûpoşan xizmeta civakê dikim'   Felek  di destpêka axaftina xwe de armanca vê inîsiyatîfa xwe anî ziman û wiha got: "Ev bû 10 salên min ez dirûtina cil û bergên  jinan dikim, bi vî karê xwe min debara xwe dikir. Piştî derketina rewşa belavbûna Vîrûsa Koronayê, ez jî weke jin wijdanê min tehemûl nekir û min xwest ez bibim beşek ji alîkariya parastina vê civakê. Rast e em li gundan dijîn û dibe gelek derfet di destê me de nebin, lê xizmeta civakê erka me ya yekem e. Ez pir kêfxweş im ku ez îro vê xizmetê ji bo mirovên civaka xwe pêşkêş dikim. Divê di van rewşên wiha de, em li hev miqate bin û rewşên hev ber çavan re derbas bikin."     'Ez bawer im ku piştî vê nexweşiyê wê jiyana me ya xweş li me vegere'    Felek di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastinê ya ji Vîrusa Koronayê û wiha domand: "Bi belaviya vê vîrûsê re, metirsiyeke mezin di nava dilê her kesî de çêbûye. Divê ku em vê rewşê hêsan nebînin, lê ya girîng ku em parastina xwe bikin û dîsa îradeya xwe li hember vê yekê bikin yek. Niha li gundan rewşa me cuda ye, hewaya me paqij e û xwarinên me jî hemû ji xwezayê ne, ji bo wê em ji tenduristiya xwe bawer in. Lê ev nayê wateya ku em li bedena  xwe ne baldar bin, heya ku ji me tê em haj ji malbat û gundê xwe hene. Ez bawer im ku piştî vê nexweşiyê wê jiyana me ya xweş vegere û bihara gundê me wê bi tevgera jinan û lîstokên zarokên me zindî bibe."      'Bi hêviya ku tevahî cîhan ji vê vîrûsê xelas bibe û aramî pêk were'   Felek destnîşan kir ser rêbazên çêkirina rûpoşên parastina ji vîrûsê û wiha pê de çû: "Ji bo rûpoşên parastina ji vîrûsê, ez destpêkê fabrîkên tenduristiyê tînim û didirûm, paşê bi alîkariya komîteyên tenduristiyê em van febrîkên ku min kirine rûpoş, pak dikin û li ber hewayê zûha dikin, da ku nefesa mirov paqij bimîne. Dibe gelek tişt girêdayî tenduristiyê hene em jê fêm nekin, lê em hemû di vê rewşê de bi hev re alîkar in. Heta ku ji destê me were em ê xizmetê bikin, bi hêviya ku tevahî cîhan ji vê vîrûsê xelas bibe û aramî pêk were."