'Dibe ku ji ber koronayê 195 milyon kes karê xwe winda bikin' 2020-04-08 12:11:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Xebatê ya Navnetewî ragihand ku ji ber vîrûsa koronayê dibe ku 195 milyon kes karê xwe winda bikin.    Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî, derbarê bandora vîrûsa koronayê ya li ser qada kar û aboriyê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku ji ber şewba kûrewî dê di her sê mehên salê de saetên xebatê ji sedî 6,7 ji holê hat rakirin. Ev windahiya saetan beramberî wê yekê ye ku 195 milyon kes ango karkerên kar dikirin e.    Li gorî raporê ji pêncan çar kesan li herêmên kargehên xwe girtine dijîn. Di raporê de tê gotin di cîhanê de herî zêde sektorên wek konut û xizmetên tenduristiyê, hilberîn, perakende, bazirganî û îdarî di bin bandorê de mane. Her wiha di raporê de tê gotin dibe ku ku ji ber vîrûsa koronayê bibe sedemê windakirina karê 195 milyon kesan.