‘Ji bo em li malê bimînin divê di dolaba me de xwarin hebe’ 2020-03-27 09:13:58   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Li Seyhana Edeneyê tevî xetereya vîrusa korona, welatiyên çûn bazaran, diyar kirin ku ji ber li bazaran buha hinek kêmtirin tên bazaran, lê dîsa jî nikarin her tiştî bigirin û gotin: “Ji bo em li malê runên divê dolaba me tije be. Hikûmet li şûna krediyên avahiyan bifikire divê buhayan bixîne.”   Vîrusa Korona (Covîd-19) ku li Çinê derket holê û li 140 welatî belav bû, li Tirkiyeyê jî rû da û heta niha 59’an û kesên testa wan pozîtîf derket jî bû du hezar û 433 kes. Ji bo vîrus bê kontrolkirin bangên ‘li malê bin’ tên kirin û ji bo kesên di ser temenê 65’î de jî qedexeya derketina derve hat îlankirin. Welatiyên neçar dimînin bixebitin jî diyar kirin ku banga ‘li malê bin’ ne çareserî ye. Li Seyhana Edenê li taxa Kuçukdîkîlî welatiyên çûn bazarê wiha gotin: “ Ji bo em li malên xwe bin divê dolabên me tije bin. Rûpûş zikê me têr nake.”   ‘Ji ber buhayên marketan em diçin bazaran’   Xwendekara zanîngehê Pinar Çaglar ku bi lepik û rûpûş hatiye bazarê diyar kir ku tevî vîrus bi lez belav dibe jî neçar maye derkeve derve û got: “Li malê kal û pîrên me hene. Hewcedariyên me zû diqedin. Min jî li gorî xwe tedbîr girt û hatim. Heta ji destê me bê em xwe ji mirovan dur digirin. Em naxwazin derkevin lê em neçarin derkevin. Li marketan her tişt buhaye em neçarin bên vir. Lê mirov tedbîrên xwe nagirin. Gelek welatan butçeyek mezin ji welatiyan re veqetandin. Lê li welatê me tu tiştek nayê kirin. Esnafan dukan girt. Tu piştgirî ji bo wan nayê dayîn. Aborî têk çûye. Rewş ne baş e, hêvîdarim demildest çareser bibe.”   ‘Ne krediyên avahiyan bila bihayan bifikirin’   Zozan Durak jî bi lêv kir ku hevjînê wê di vê pêvajoyê de ji kar hatiye derxistin û got her çiqas nexwazin ji malê derkevin jî neçar mane bên û got: “Bihêlin stokkirinê, em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Tiştek li malê nemabû. Min 50 TL deyn kir û ez hatim bazarê. Ji bo du kuruşek kêmtir be em canê xwe davêjin xetereyê. Li marketan buha gelek zede ye û krîz heye. Li ser vê jî vîrus derket. Welatên din canê welatiyên xwe diparêzin. Lê serokomarê me dertê û krediya avahiyan difikire. Nikare wek welatan bike, qe nebe bila buhayan zêde neke. Qe nebe bila kirê, av û ceyran neyê girtin. Ger em li malên xwe aram bin wê demê em ê dernekevin derve.”   ‘Mirov wê ne ji vîrusê ji birçîna bimrin’   Hamda Mihamed jî diyar kir ku 9 zarokên wê li malê birçîne û wih agot: “Em ji Sûriyeyê reviyan û hatin Tirkiyeyê. Niha ji bo em nemrin têkoşîna jiyanê didin. Dewlet tu piştgiriyê nade û pereyê av, ceyran û kirê jî nade.Ez naxwazim derkevim derve lê neçarim bêm bazarê. Ji ber ku li malê tu tiştek tune. Bi 50 TL berîka xwe tenê min firingî girt. Li malê 9 zarok hene. Pir caran em birçî radizên. Bila dewlet tiştekî bike an jî wê tiştên nebaş bibin. Ji ber vîrusê kar jî ji destê mirovan çû. Ne vîrus wê birçîbûn bikuje.”   ‘Divê dewlet piştgiriyê bide’   Nazli Akak daxuyakirin ku ew li hevjînê xwe yê nexweş dinêre û got di vê pêvajoyê de hewcedariyên wî zêde bûne û got: “Ez ji neçarî têm bazarê.Ereboka min ya bazarê vala ye. Min du kîlo şekir û firingî girt. Dewlet tu alîkariyê nake. Yekane daxwaza min ev e ku dewlet piştgiriyê bide xizanan. Market gelek buha ne. Em nikarin rûpûş û kolonyayê jî bigirin. Ji bo li mala xwe runim divê rewşa min baş be.”