‘Ji bo jinan polîtîkayên îstîhdama hertim pêk tîne divên’ 2020-03-27 09:08:20   Safiye Algaş   STENBOL - Pispora Daîreya Lêkolîna Sendîkaya Genel Îş Mîne Dîlan Kiran, diyar kir ku rola zayenda civakî  ya barê karê malê li jinan bar dike bandora xwe li qada îstîhdamê jî kiriye û ji ber vê jî tevlîbûna jinan a hêza kar kêm e. Mîneyê got divê ji bo jinan polîtîkayên ku îstîhdama demdirêj û biewle pêk tînin, bên pêşxistin.   Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê ya Konfederasyona Sendîkayên Kar a Şoreşger (DÎSK-GENEL-ÎŞ) her sal ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê rapora ‘li Tirkiyeyê Keda Jinê’ amade dike. Di rapora ku tê armanckiri pisgirêkên jinan yên di qada kar de bên dîtin, li ser gelek pirsgirêkan tê sekinandin. Rapor li ser daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK), Teşkîlata Pêşvebirin û Hevkariya Îktîsadî(OECD), Ofîsa Îstatîstîka Ewropayê (EUROSTAT) û Wezareta Xizmetên Malbat, Xebat û Cîvakî(AÇSHB) tê amadekirin.   Ji 10 jinan tenê 3 heb dixebitin   Li gorî raporê di hêza kar de ji her 10 jinan tenê 3 heb dixebitin. Di 2019’an de 500 hezar jin ji ber ximzetên nav malê ji kar derketin. 12 mîlyon jin jî ji ber karê malê neketin kar. mîlyonek jin bê qeyd dixebitin.   Her wiha di rpoarê de hat diyarkirin ku her ku asta perwerdê zêde dibe tevlîbûna hêza kar û îstîhdamê jî zêde dibe. Yanî asta perwerdê bandorê li îstîhdamê dike.   ‘Ji ber civaka serdest ya mêr pêk tê’   Pispora Daîreya Lêkolîna Sendîkaya Genel Îş DÎSK Mîne Dîlan Kiran diyar kir ku tevî jin û mêr di heman şertî de dixebitin jî heman pereyî nagirin û sedema vê jî civaka serdest ya mêr e. Dîlanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Ji ber jinbûnê, rewşa dayiktî, asta perwerde û etnîkî jin li gorî mêran mûçeyê nagirin. Ji ber rolên zayenda civakî, fikara ku peywira esas a jinê karên malê ye-xizmete jin wek hêza kar a duyem tê dîtin. Ev jî bandorê li ser tevlîbûna kar a jinan dike. Ligel vê asta perwerdê jî bandorê  li ser jiyana xebatê dike. Ji sedî 26,5 jinên dibistana seretayî xwendine tevlî îstîhdamê dibin û ji sedî 57,7 jî jinên perwerdeya bilnd dîtine tevlî kar dibin. Lê ji bo mêran ev rêje naguhere.”   ‘Ji 10 jinan 4 heb bê qeyd dixebitin’   Dîlanê bi lêv kir ku ji ber rol zaayenda civakî ya li jinan tê ferzkirin, rolên civakî li jinan tê bar kirin û îsal ji ber berpirsyariya malbatî nêzî 500 hezar jin ji kar derketine û nêzî 11 mîlyon jin ji ber karên malê nikarin tevlî jiyana kar bibin. Dîlanê her wiha destnîşan kir ku îro ji her 10 jinên dixebitin 4 heb beyî qed dixebitin.”   ‘Perwerde gelek girînge’   Dîlanê daxuyakirin ku li gorî welatên cîhanê li Tirkiyeyê îstîhdama jinê kêm e û wiha berdewam kir: “Ev polîtîkayê îstîhdamê jî encama bandora civaka serdest ya mêr e. Ji ber vê jî jin di plana duyem de tên dîtin. Divê polîtîkayên ku îstîhdama jinên pêk tîne bên afirandin.Divê polîtîkayên wekhev pêk bên.”