'Hejmara bê karan gihaşt 932’yan' 2020-03-20 15:52:43   ENQERE - Li gorî danayên TUÎK’ê, hejmara kesên bê kar di sala 2019’an de li gorî sala derbas bûyî 932 hezar zêde bû. Bi vî awayî hejmara bê karan gihaşt 4 mîlyon û 469 kesan.    Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), “Îstatîstîkên Hêza Kar” ên sala 2019’an aşkere kir. Li gorî vê yekê; Li tevahiya Tirkiyeyê, kesên temenê wan 15 salî û ji 15 salî mezintir di sala 2019’an de herî zêde bêkar man. Di sala 2019’an de li gorî sala derbasbûyî hejmara kesên bê kar man 932 hezar zêde bû. Bi vî awayî hejmara bê karan gihaşt 4 mîlyon û 469 kesan. Rêjeya bêkaran 2,7 zêde bû û gihişt 13,7 pûanî. Bi vê yekê re ji sedî 16 hejmara kesên bê kar zêde bû.