'Çandiniya bi destên jinê bi wate ye' 2020-03-20 09:27:58   Sara Şêx Hesen   ŞEHBA - Jinên ku di projeya çandiniyê ya ku bi pêşengtiya Yekîtiya Jina Azad  li Şehbayê hatiye avakirin  dixebitin axivîn û gotin: "Divê jin aboriya wê cuda be. Karê ku bi destên jinê tê kirin bi wate ye û divê jin xwedî li keda destên xwe derbikeve."   Çandinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jêdereke sereke ya aboriya herêmê ye. Piştî ku dolar biha bû, rêgeza xwetêrkirin bûye pêwistiyek. Ji ber vê yekê ruxmê derfetên kêm, li herêma Şehbayê gelek projeyên çandinî  ji aliyê Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê ve hatin avakirin. Jinên ku karê çandiniyê dikin nêrîna xwe parve kirin.   'Jin bi xweza û axê re girêdayiye'     Rêveberiya Komîteya Aborî ya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Fatma Mihemed li ser projeya çandiniyê axivî û wiha got: " Ev bû demek me amadekariya projeya çandiyê kiriye. Hejmarek baş ji jinên Kantona Şehbayê tevlî projeya çandiniyê bûne. Me di nava projeya xwe de gelek şînkahiyên havînê wek bacanên sor, xiyar, bacanên reş û pîvaz çandine. Niha jî bi hatina demsala biharê re me dest bi çandiniya biharê kir. Jinên ku di çandiniyê de kar dikin siharê tên û heta roj diçi ava dixebitin. Jin bi xweza û axê re gelek girêdayiye û dayik her dem xwe nêzî xwezayê dibînin. Divê hemû jin vegere rastiya xwe , ji ber ku ya ku çandinî kifş kiriye jin bi xwe ye. Em jî weke Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê ji bo pêşxistina aboriya jinê projeyên nû biafirînin. "   'Çandiniya bi destên jinê bi wate ye'   Jına bi navê Selwa Elî balkişand ser girîngiya çandiniyê û wiha pê de çû: "Dema çandinî bi destê jinê tê kirin girîngiya wê bi wate dibe. Her wiha berhemên ku tên qezençkirin paqij e. Çandinî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jêdereke sereke ya aboriya herêmê ye. Li gel dorpêç , aloziya Sûriyeyê û qirîza aboriyê, rêgeza xwetêrkirinê bûye pêwistiyek jiyanî."   'Divê jin ji xwe re jêderek aborî bide avakirin'   Jina bi navê Hemîde Xidiro diyar kir ku ew ji bo debara mal û zarokên xwe bi cih bîne di karê çandiniyê de dixebite û wiha got: "Divê jin hemû ji xwe re jêderek esasî ji bo aboriya xwe bide çêkirin. Em li Şehbayê dijîn û peydakirina pêdiviyan pir kêm e ji ber ku derdorê me hatiye dorpeçkirin. Zarokên min hene ji bo ku debara mal û zarokên xwe pêk bînim di karê çandiniyê de dixebitim."