Li Wanê bihayê maske û kolonyayê zêde bû 2020-03-18 09:11:30   Şehrîban Abî   WAN - Ji ber vîrusa koronayê li Îranê herî kêm 125 kesî jiyana xwe ji dest da. Li Wanê ku sînorê wê bi Îranê re heye, bihayê maske û kolonyayê derket sê qatên xwe. Gelek kes ji xwe ji ber krîza aborî nikarin alavên paqijiyê bigirin. Jinan diyarkirin ku ne vîrusa korona wê krîza aborî wan bikuje.   Vîrusa korona ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê li 160 welatî belav bû û herî dawî jî li Tirkiyeyê hat dîtin. Wezîrê tenduristiyê Fahrettîn Koca, duh êvarê daxuyanî da û got hejmara kesên bi korona ketine gihiştiye 98’an. Yek ji bajarên ku di warê belavbûna koronayê de mirov dike fikaran jî bajarê Wanê ye ku sînorê wê bi Îrana ku 125 kes ji ber korona jiyana xwe ji dest daye, heye. Piştî ku li bajêr bûhayê kolonya û maske zêde bû, firoşkaran jî zema xwe avêt ser û hîn bêhtir ev buha zêde kirin. Maskeya ku berê 4 TL bû niha bûye 17 TL. Kolonyaya ku bi 5 TL dihat firotin jî niha 15-20 TL ye.   ‘Ne korona wê xizanî me bikuje’   Perîhan Aşkan diyar kir ku ji ber vîrusa korona divê gelek alavên paqijiyê bên girtin û got: “Gelek welatî nikarin xwe bigihînin van alavan. Sedema vê jî krîza aborî ye. Li mînîbusan tedbîr nayên girtin. Divê em her tim destên xwe bişon. Divê em destên zarokên xwe bişon. Divê em kolonyayê bi kar bînin. Li vî welatî ne korona vîrus wê xizanî me bikuje.”   Esnaf xistin zorê   Mîhrîban Saglar ya li bazara Rûsan esnaf e daxuyakirin ku sibehê ji 08.00’an heta 19.00’ê êvarê dixebitin û got ji ber kes ji malên xwe dernakevin karê wan ne baş e û got: “Em bûyerên wek erdhêj û hezazê jiyan lê herî zêde vîrusê bandor li me kir. Gelek kiryar ji xwe ji Îranê dihatin. Ev bazara ku firotina herî erzan lê têkirinê ye. lê tevî vê kes tune ye. Deriyên sînor hatin girtin. Bazar, otel û mexaze naxebitin.”   ‘Biha zêde bûn’   Mîhrîbanê destnîşan kir ku her roj bi zema nû şiyar dibin û got: “Niha jî maske û kolonya biha bûye. Beriya nexweşiyê kolonya 4-5 lîra bû. Niha ya herî erzan bi 10 TL tê firotin. Li market û chên din bi 15-20 TL dest pê dike .maske berê 4 TL bû niha bûye 15-17 TL. Li welatên din belaş tên belavkirin lê li vir bihayê wan tê zêdekirin.”