Jinên karkerên tekstîlê: Heger em nexebitin wê me mecbûrî mêr bihêlin 2020-03-16 09:13:26   Safiye Alagaş   STENBOL - Yek ji baskên kar yên xebata bêewle lê tê jiyîn sektora tekstîlê ye. Bahar Yeşîlyurt û Emîne Duman yên di tekstîlê de dixebitin binpêkirina kedê û zayendperestiya li qada kar vegotin. Emîne jî Bajar jî diyar dikin ku ji bo hewcedarê mêr nebin û li malê heps nebin, xebat şert e.   Tekstîl bi taybet ji bo jinan yek ji qadê xebata bêewle ye. Gelek jin di vê qadê de dixebitin.  Bahar Yeşîlyurt û Emîne Duman yên li Sultangazî ya Stenbolê di atolyeyek biçûk de dixebitin der barê tiştên dijîn de axivîn.   ‘Em yek sifir dest bi kar dikin’   Bahar diyar dike ku di 10 salî de di pola 4’an de dest ji dibistanê berdide û dest bi xebatê dike û got: “Ji ber pirsgirêkên aborî min nexwend. Niha ez dibistana navîn ji derve diqedînim. Rewşa jinan zehmet e. Li Tirkiyeyê zehmetir e.  Zor û zehmetiya xebatê jî heye. Yanî em jin yek sifir dest bi jiyanê dikin. Her tişt ji bo mêran e. Ew yên ewil in. Em serî li kar didin dibêjin ‘em sîgorteya we çênakin. Em ya mêran çêdikin.’ Em sedema wê dipirsin dibêjin ‘ew debara malê dikin’. Me ev gotin gelek bihîstin. Dixwazin aboriya jinan ji dest bigirin û hepsê malê dikin.”   Baharê diyar kir ku 20 sale dixebite û 8 sale sîgorteya wê dixebite û got: “Em weke bi mûçeyê asgarî dixebitin, nîşan didan. Mûçe radizandin bankayê û piştre beşek digirtin. Her wiha di hawira kar de zayendî jî heye. Em îtîrazê vê dikin lê dibêjin ‘hûn dizanin, ne li gorî we be derkevin’. Ji her derê aboriya jinê tê qutkirin.  Lê divê jin li her derê xebata xwe bidomîne. Divê azadiya aboriya xwe bigire destê xwe.”   ‘Bi zor û zehmet sîgorte çêkirin’   Bahar ku niha bi mûçeyê asgarî dixebite û daxuyakirin ku ev 8 sale di karekî bi sîgorte de dixebite û got bi zor û zehmet sîgorteya wan çêkirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em protesto jî dikin, em sûcdar tên dîtin. Tu mafê grevê tune ye.  Maf ji destê te tê girtin û dema tu maf jî diparêzî sûcdar tê dîtin.  Sendîka di nokteya parastina maf de qels in. Ez tu car nebûm sendîkayî.  Li gorî min ligel karkeran cih nagirin. Navberekê me got em bibin sendîkayî.”   ‘Ez qet neçûm dibistanê’   Emîne Duman jî ku li heman kargeriyê dixebite diyar kir ku ew jî ji 12 salî de li atolyeyan dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez neçar bûm li malbata xwe binêrim. Ez qet neçûm dibistanê. Nikaribûm biçim. Derfet tune bû.  Dema nû min dest bi kar kir, min tiştek nizanibû. Piştre ez hînî maşîneyê bûm.  Min heta niha du cih guhertin. Wekî din li cihekî nexebitîm. Du xwişk û birayên min hebûn. Ew çûn dibistanê min li wan mêze kir. Me bavê xwe winda kir û piştî vê min dest bi xebatê kir. Yanî neçar mam bixebitim. Ez li cihekî xebitîm pereyê min nedan. Sîgorte ji xwe tune bû. Ez her tim bê sîgorte xebitîm. Niha jî em nikarin debara xwe bikin. Têrî av, ceyran û kirê nake.”   Emîne ya dest ji hevjînê xwe berdaye, kurekî wê yê 12 salî heye. Emîne destnîşan dike ku ew ji bo kurê xwe jiyanek baş dixwaze lê gelek tişt kêm dimîne û wiha dawî lê anî: “Kurê min ligel bapîr û pîra xwe dimîne. Ez dawiya hefteyan nikarim biçim bibînim.  Hîna meh nayê av, ceyran, gaz û kirê tê.”