Îlknur a KHK’î: Wê nikaribin me bi birçîbûnê terbiye bikin 2020-03-08 09:09:54   Zeynep Pehlîvan   ÎZMÎR - Îlknur Alçelîk Akîkol, ku mamoste bû û du sal û nîv mabû ku teqawît bibe bi KHK’ê hat îxrackirin. Du zarokên wê hene yek ji bo zanîngeh yek jî ji bo ezmûna lîseyê xwe amade dike. Piştî îxracê ket pêvajoyek zehmet. Îlknurê ewil pirtûk û niha jî bi firotina hêkan debara xwe dike.   Di her pêvajoyê de mirov rastî dijhiqûqiyan tên. lê tu tişt wek encamên îxracan nebû. Di 29’ê cotmeha 2016’an de mamoste Îlknur Alçelîk Akîkol bi KHK’a hejmar 675 hat îxrackirin û tevî vê encama ku bandorek giran li ser kir, dest ji berxwedana xwe berneda.   20 salan mamostetî kir   Îlknur di 1969’an de li gundê Şîrînce ya Îzmîrê hat dinê. Ji Beşa Fîzîkê ya Zanîngeha Egeyê mezun dibe û piştî mezunbûnê demekê tayîna wê nayê kirin. Di 1997’an de wek mamosteya dibistana seretayî tayîn dibe. Heta wî temenî ji Enqereyê wêdetir neçibû cihekî û di carekê de xwe li Mutkî ya Bedlîsê dibîne.   ‘Min hewl da edaletê aşiyê zarokan bikim’   Îlknurê diyar kirku di şertên zehmet de dest bi mamostetiyê kiriye û wiha got: “Dema ewil a mamostetiyê de ez zewicî bûm. Zaroka min hîn a16 mehî bû. Piştî demekê vê carê tayîna min derket dibistaneke Xîzanê ya Bedlîsê. Salên min yên pîşeyî yên herî xweş li Xîzanê derbas bû. Piştre tayîna min derket Turgutlu ya Manîsayê. 9 salan li wir mam. Di van pêvajoyan de endama Egîtîm Senê bû. Me li vir faliyetên sendîkal meşand. Min tiştên li gorî min rastin diparas. Ji ber vê min li gorî biryarên wir tevger dikir. Min li taxên xizan mamostetî kir. Min hewl da ez edaletê aşiyê zarokan bikin. Min xwendekarên xwe ji zarokên xwe cuda negirt.”   ‘Ger maf, hiqûq û edalet sûc be, wê dem ê em sûcdar in’   Cihê dawî yê peywira Îlknurê Îzmîr e. 45 roj bû hatibû wir û di şevekê de yanî di 29’ê cotmeha 2016’an de bi KHK’ê hat îxrackirin. Îlknurê der barê mijare de wiha got: “Heta roja hatin îxrackirin tu cezayê min yê hişyarkirinê tunebû. Berovajî vê li hembû dibistanan ez bi mûçe û takdîran hatim xelatkirin. Tu lêpirsîn li min nehat vekirin. Şevekê ji Turgutlu hevalek min ya jin geriya. Sohbeta me di rewşa heyî de dirêj berdewam dikir, lê bi awayekî balkêş kûrt birî. Gumana min çêbû. Ez dîsa geriyam. Li ser vê got ‘navê te di lîsteya îxracêde heye’. Ez matmayî mam. Duşemê ez çûm dibistanê. Wê demê yên hatibûn îxrackirin, nedihiştin alavên xwe yên taybet jî bigirin. Lê min alavên xwe girt û xatir ji hevalan xwest.”   Îlknurê wiha berdewam kir: “Piştre îfadeya mamosteyên dibistanê yek bi yek digirin. Heta çibûn îfadeya malbata xwendekarê min girtibûn. Dayika xwendekarê min ji ber rewşa wî ya taybet diket dersan. Jê re gotine ‘di dersê de çi dikir’. Ew jin jî gelek hêrs bûye li dijî van pirsan. Ger me edalet, hiqûq, maf sûc be, wê demê me sûc kiriye.”   Îlknurê got ji ber rewşa dayika xwe demek dirêj rewşa xwe ji dayika xwe re venegotiye û got: “Ez ditirsiyam ku dayika min qeyrana dil derbas bike. Bi mehan min jê re negot. Piştî min hevjînê min jî hat îxrackirin.”   Ewil pirtûk û niha jî hêkan difroşe   Hevjînê wê ji ber hincetên taybet neçar dimîne derkeve derveyê welat. Îlknur jî neçar dimîne bixebite û li zarokên xwe binêre û dest bi firotina pirtûkan dike. Îlknûr wiha berdewam dike: “Me 20 salan mamostetî kir lê qezencek ya li pişt me tunebû. Ji ku me alîkarî dida malbatên xwe. Em li bajarên dûr bûn. Lêçûnên me çêdibûn. Me digot piştî teqawîtbûnê em ê xanî bigirin. Tu car tiştek wisa nedihat bîra me. Ji ber me sûcek nekiribû. Em her du jî hatin avêtin. Yek kuruş pereyê me tunebû. Xaniyê me kirê bû. Kurê min wê salê zanîngeh qezenc kiribû. Keça min wê biketa ezmûna TEOG’ê. Sendîka me alîkarî da me. Piştî hevjînê min çû me dest bi firotina pirtûkan kir. Ji bo min zehmet bû. Dema dibistan belav dibûn ez digiriyam. Piştre bi alîkariya hevalekê, min dest bi firotina hêkan kir. Min ewil bi 50 hêkî dest pê kir. Tu sermaya min tunebû. Hevalê hêk dida min got her ku te qezenc kir bide min. Hevalên min piştgiriyek mezin dan min. Bi vê sayê me hêk difrotin dibistanan."   Îknurê di dawiyê de wiha got: “Em ê teqez vegerin peywira xwe. Ji ber tu sûcê me tune. Me tiştekî xerab neparast. Wê rojekê edelet pêk bê. Divê di meha çile de dosya bihata lêkolînkirin. Lê heta ji destê wan tê pêvajoyê dirêj dikin.”