Jinên Egîtîm Sen û KESK’ê: Em ji bo mafan li qadan e 2020-03-06 09:08:15   ENQERE - Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Derya Yulcu û Sekretera Jinan a SES’ê Slema Atabay, diyar kirin ku wê di 8’ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman û gotin wê ji bo zêdetir mafên xwe li qadan bin.   Sekretera Jinan a Egîtîm Senê Derya Yulcu û Sekretera Jinan a SES’ê Selma Atabay der barê daxwazên xwe yên 8’ê Adarê de nirxandin kirin.   Deryayê bi lêv kir ku jin îsal jî li dijî mafên xwe yên hatine xespkirin li qadan bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li dijî destkeftiyên jinan êrîşên cidî hene. Ev êrîş bi awayekî cidî bandor li qadên perwerdeyê dikin. Em vê dibêjin; Em civakek azad jinên azad dixwazin. Ger di qada perwerdeyê de wekheviya jin û mêr tune be wê serdestiya mêr jî bidome. Serdestiya mêr bi vî awayî li zarokan empoze dikin. Di vê pêvajoyê de MEB û YOK’ê di rêziknameyan de wekheviya zayenda civakî rakir. Di esasê de li dijî têgehan êrîşeke heye. Derxistina vê têgehê êrîş e.   ‘Em ê ji bo mafên xwe li qadan bin’   Deryayê bi lêv kir ku li hember qada perwerdeyê êrîşên cidî hene û got: “Em wek Egîtîm Sen diyar dikin ku bila li hember mezheb, ziman û olan cudahî tune be. Divê nirxên gerdûnî bên ragihandin. Ji bo vê em têdikoşin. Divê em ji bo rêgezên wekheviya zayendî têbikoşin. Hewcedariya me bi vê têkoşînê heye. Em ji bo perwerdeya bê pere û demokratîk têdikoşin. Ev berpirsyarî ye. Ji bo vê jî ji bo mafên jinan û perwerdeyê em ê li qadan bin.”   ‘Em ê dakevin qadan’   Sekretera Jinan a SES’ê Selma Atabay jî daxuyakirin ku bi mehan berê bi meclîsên jinan re dest bi amadekariyên 8’ê Adarê kirine û wiha got: “Me têkoşîna wekhevî û azadiyê di qada tenduristiyê de jî meşand. Li hember jinan êrîşên mezin hene. Em li dijî krîzeke aborî ya mezin têdikoşin. Di bingeha krîzê de em hemû dizanin ku şer heye. Şer jî hilweşîn û rondikan tîne. Em ê di 8’ê Adarê de li dijî van binpêkirinan li qadan bin.”   ‘Gelek jin hatin îxrackirin’   Selmayêbi lêv kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê şûnde gelek hevalên wan ji karê wan hatine îxrackirin û piranî jî jin bûne û wiha pê de çû: “Ligel vê xebatkarên tenduristiyê rastî tacîz û mobîngê tên. Tevî vê deng nakin. Em jin bi biryar in ku li dijî vê têbikoşin. Li dijî qanûna hejmar 657 êrîşên cidî hene. Jin wek hêza kar a erzan tên dîtin. Em ê li dijî van bikevin naava piştevaniyê û dengê xwe bilind bikin. Em ê ji bo mafên xwe li qadan bin û em bang li hemû jinan dikin ku dakevin qadan.”