‘Em ê ji bo dîtina keda xwe dakevin kolanan’ 2020-03-02 09:14:31   WAN - Jinê ku jiyanê bi keda xwe dihûnin, diyar kirin ku keda wan li malê jî di jiyana kar de jî nayê dîtin û got: “Em ê ji bo şert û mercên wekhev û cîhaneke azad di 8’ê Adarê de li qadan bin.”   8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe û li Wanê jî jin wê li dijî şert û mercên jiyanê ya newekhev dê dakevin qadan. Jinên bi navê Hulya, Azad, Zehra, Canan li Wanê dijîn û bal kişandin ser wateya 8'ê Adarê û gotin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin.   Hulya Karahan ku xwarinê çêdike û cara ewil ketiye qada xebatê û got: “Min her tim dixwest ji bo xwe û zarokên xwe bixebitim. Lê hatim astengkirin. Saleke ez li cihekî xwarinê çêdikim. Ez jî wek hemû jinan naxwazim hewcedarê hevjînê xwe bim. Ez êdî dikarim xwe û zarokên xwe xwedî bikim. Ez êdî li derve dixebitim. Ev tişt ji bo min girîng e. Her wiha em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin."   ‘Keda me tê binpêkirin’   Azad Şîmşek jî ya ku esafiyê dike da bal kişand ser 8'ê Adarê û wiha axivî: "Jin xwedî kedek mezin in. Jin wê di 8’ê Adarê de bi cil û bergên xwe li qadan bin. Divê li dijî maf û keda jinan rêzdarî hebe. Hem li malê hem jî li kolanê keda jinê tê binpêkirin. Ez ê jî ji bo xwe û hemû jinan di 8’ê Adarê de li qadê bim.”   ‘Jin û mêr di şertên wekhev de naxebitin’   Zehra Burak ya ku ebeye jî got di qada xebatê de keda jinê nayê dîtin û got li malê jî bi binpêkirina kedê re tên rû hev û got: “Em ji bo mafên xwe têdikoşin. Jin û mêr bi tu awayî ne wekhev in. Em ê li dijî vê di 8’ê Adarê de li qadê bin.”   Canan Durmaz jî ku kedkara malê ye wiha dibêje: “Ez sibehê saet di 06.00’an de radibim. Zarok dişînim dibistanê. Piştre paqijiyê dikim. Zarokên min yên din radibin. Ez taştê amade dikim. Zarokên din dişînim dibistanê. Xwarinê çêdikim. Her deqe li pey kar im. Pereyên ku mêr didin jî têrî hewcedariyên mutbexê nakin. Em dixwazin ku mûçeyê kedkarên malê jî hebe. Li dijî hemû binpêkirinan em ê li qadê bin.”