‘Em ê bi baretên xwe yên spî li qadan bin’ 2020-03-01 09:09:39   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Seroka Jin a ewil a Şaxa ÎMO ya Îzmîrê Eylem Ulutaş Ayatar, da zanîn ku wê li dijî newekheviya zayendî û betaliya jinan têbikoşin û di 8’ê Adarê de wê bi baretên xwe li qadan bin.   Şaxa Odeya Endezyarên Înşatê (ÎMO) ya Îzmîrê di 22 û 23’yê sibatê de 47’emîn Lijneya Giştî ya Demî pêk anîn û yekem car serokek jin hat hilbijartin. Eylem Ulutaş Ayatar ku hat hilbijartin, diyar kir ku ji ber rolên zayenda civakî dema pîşeya endezyariya înşatê tercîh dikin, rastî helwestên zayendperest tên û got di xwendin û pîşeyê de ev didome.   Eylemê got rastî nêzîkatiyên zayendperest yên hevpîşeyên xwe jî tên û got piştî bûye seroka odeyê hevpîşeyekî wê gotiye ‘yên ne endezyar be dikare bibe serokê odeyê’ û got ev gotin wan naçewisînin. Eylemê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû endezyarên jin piştî perwerda zayenda civakî vê cudahiyê dibînin. Me hem li şaxê hem jî li Lijneya Kordînasyona Navendî komîsyonên xebatê ava kir. Me li vir negot jin ji mêr bilindtir e. Me got em vê pîşeyê ne bi zayenda xwe bi mêjiyê xwe dikin. Ji bo jin zêdetir bixwe bawer bibin me ev proje da destpêkirin. 100 endezyarên jin di vê projeyê de hene."   ‘Em di kedê de hene lê di nûnertiyê de tune ne’   Eylemê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ligel pêkanînên zayendperest, dema namzetiya wê hatiye aşkerakirin, dayikbûna wê hatiye lêpirsînkirin û got: “Ji mêran nehatibû pirsîn. Bêguman berpirsyariya min ya herî mezin zarokên min in. Lê ya hevjînê min e jî. Em her tim di kedê de hene lê di nûnertiyê de tunene. Divê hem cesareta me hebe hem jî em bên dîtin.” Eylemê her wiha balkişand ser 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û got wê bi baretên xwe yên spî li qadan bin.