'Karê ku bi destên jinê tê kirin bi qîmet e û wateyê dide jiyanê' 2020-02-29 09:04:08   Fîdan Abdulah    ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Serdemê dijîn û di kargeha dirûnê de dixebitin diyar kirin ku ew bi xebata bi keda destên xwe gelekî sûdê digirin û wiha gotin: "Karê ku bi destên jinê tê kirin bi qîmet û watedariyê dide jiyanê.  Çêkirina berhemên bi destan çanda me ya kevnar e.”   Jin bi afirîneriya xwe tê nasîn û parastina çanda xwe ji helandinê dike. Di civaka kurdan de tiştên kevnar ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe û zindî dimîne. Jin bi parastina alavên kevnar peywira xwe ya parastina çanda xwe bi cih tîne. Rêveberiya Meclîsa Kampa Serdemê kargehek dirûnê ji jinên kampê re ava kir. Nêzî 30 jinî di  kargehê de dixebitin. Jinên ku di vê kargehê de dixebitin, xwedî pîşe ne. Têkidarî mijarê jinên ku di vê kargehê de dirûtinê dikin, nêrînên xwe  ji me re parve kirin.    'Armanca me parastina çanda me ye'   Jina bi navê Huriye Mihemed a ku vê projeyê  bi rê ve dibe, armancên vekirina vê projeyê anî ziman û wiha got: "Piştî koçberiyê li Şehbayê derftê karkirinê kêm bû. Bi berxwedan û sekna  jinên Efrînî me karibû projeya xwe pêşkêş bikin. Jinên xwedî pîşe di dirûnxaneyê de cih digirin. Em di dirûnxaneyê de cilên kurdî û cilên rîsê çêdikin. Armanca me parastina çanda me ye. Jinên Efrînê bi vê projeyê gelekî kêfxweş bûn. Divê hemû jin çanda xwe bi hev re biparêzin. Karê ku bi destên jinê tê kirin bi qîmet e. Bi hatina 8'ê Adarê em cilên kurdî çêdikin. "   'Her jinek li gor zanebûna xwe hunera xwe pêşkêş dike'   Leyla Hebeş a di dirûnxaneyê de dixebite wiha nêrînên xwe yên derbarê xebatên xwe de anî ziman: "Jin bi zanebûna xwe dikare civakê bi rê ve bibe û kar bide meşandin. Ez jî bermehên hunera destan çêdikim. Her jinek li gor zanebûna xwe kar dike. Çêkirina berhemên hunera destan ji çanda me tê. Divê em çanda xwe ji bîr nekin û biparêzin."   'Bi vê projeyê em debara mala xwe jî dikin'   Jina bi navê Îslah Mistefa jî ji bo dirûnxaneyê wiha got: "Min hîn li Efrînê karê dirûtinê dikir. Niha jî projeya kargeha dirûtinê vebû û ez niha jî li vir kar dikim. Bi vî karî ez debara xwe û malbata xwe dikim."