Jinên ji kar hatin derxistin li berxwe didin 2020-02-27 09:23:27   Gulîstan Azak   STENBOL - Nêzî 8’ê Adarê, jinên di Fîrma Tekstîl a Momentum YFA de dixebitin ji kar hatin avêtin. Nurgul Togrul diyar kir ku ev binpêkirina kedê ye û got: “Ez bang li jinan dikim. Bila bêdeng nemînin û dest ji têkoşînê bernedin.” Seroka ÎBD'ê Îpek Bozkurt jî da zanîn ku têkoşîna dîrokî ya jinên karker didome û bang kir ku jin di 8’ê Adarê de li qadan bin.   Du karkerên li dijî mobîng, şîdet û nedayîna mûçeyan a Fîrmaya Tekstîl a Momentum a YFA ya li Avcilar a Stenbolê bû derket, ji kar hatin derxistin. Piştre nêzî 30 karkerên jin ên bertek nîşan dan jî ji kar hatin derxistin. Karker Nurgul Togrul û seroka Komeleya Yekitiya Karkeran (ÎBD) Îpek Bozkurt der barê mijarê de axivîn.   Nurgulê got Fîrma Tekstîl a Momentum YFA li hember karkeran binpêkirinên mafan ên cidî pêk tîne û yên li dijî vê dertên jî ji kar tên derxistin û got: “Ez 5 sal bûm li wir dixebitim. Du hevalên me ji kar hatin avêtin. Sedema derxistinan jî ev bû ku hevalên me binpêkirin anîn ziman. Hevalên me xwestin li ber fîrmayê daxuyaniyê bidin. Lê rayedaran şîdet lê kirin û polîsan binçav kirin. Me jî bi gelek hevalên xwe re ji bo mûçe û rewşa hevalên xwe xwest hevîtinê bikin. Lê nehiştin.”   ‘Mûçeyên me nedan me’   Nurgulê daxuyakirin ku tevî hemû zor û zehmetiyan 11 saetan xebitîne û got: “Em kom kirin cihekî  û gotin ‘em naxwazin bi we 32 karkerî re bixebitin’. Kaxizek dan me û ji bo mûçeyên maye bidin îmze xwestin. Karkeran ev qebûl kir. Lê gotine we îmze kiriye lê du sê meh şûnde em dikarin bidin. Mûçeyên me yên du mehan nedan me û em wisa derxistin. Piranî karkerên ji kar hatin derxistin jin bûn. Beriya 8’ê Adarê em derxistin. Ev binpêkirina kedê ye. Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidin destpêkirin.”   ‘Bêperwa êrîşê karkerên jin dikin’   Seroka Komeleya Yekitiya Karkeran (ÎBD) Îpek Bozkurt jî diyar kir ku dema mirov li dîroka 8’ê Adarê dinêrin, têkoşîna ku jinên karker dide tê dîtin û bi mîrayeta ku ji me re hiştine em têkoşîna xwe didin û got: “Têkoşîna jinên kedkar û karker ji wê rojê de ye didome. Ji ber karkerên jin hîna jî di bin şert û mercên giran de dixebitin. Bêperwa êrîşê li karkerên jin dikin. Fîrmaya Tekstîl a Momentum YFA piranî jin 32 kes ji kar avêt. Em berxwedana karkerên jin dibînin. Îro li gelek kargeriyan şert û mercên wek fabrîka Momentum YFA serdest e. Patron û burjuvazî fatura kîzê li karkeran dibirim. Hewl didin krîzê veguherin derfetê. Em di rojên ku binpêkirin û hovîtiya kapîtalîzmê tê ferzkirin de derbas dibin. Em ê her tim ligel karkeran cih bigirin. Em ê heta dawî di têkoşîna wan de şopdar û destekên wan bin. Li pêş me 8’ê Adarê heye. Divê hemû jin di 8’ê Adarê de dakevin qadan û têkoşîna xwe mezin bikin.”