Bi qezenca xwe lokante vekir û ji bo sê jinan qada îstîhdamê ava kir 2020-02-23 09:07:46   Şehrîban Abî   WAN - Şabîke Keleş  li mala xwe bi çêkirina nexşan pere qezenc kir û piştre jî bi vê qezenca xwe lokanteyek vekir. Şabîkeyê li lokanteyê sê jin anî gel xwe û ji wan re jî qada îstîhdamê ava kir.   Jina bi navê Şabîke Keleş a li Erdîş a Wanê dijî, berhemên bi destan çêdikir, difrot û ji vir pere qezenc kir. Piştre jî lokanteyeke xwarinên herêmî ya ‘Mutbexa Leylayê’ vekir. Şabîke di heman demê ji jinan jî qada îstîhdamê diafirîne.   ‘Beriya lokanteyê keda me dihat binpêkirin’   Şabîkeyê bi lêv kir ku beriya ku lokanteyê vebike, keda wê dihat binpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her tim mêvanên me hebûn. Tevî em gelek diwestiyan, keda me nedihat dîtin. Min û xwişka xwe biryarek girt. Me lokanteyek vekir. Ji bo vê me gelek hewl da.  Me bi fikarên mezin vekir. Me got gelo wê karê me bibe an na. Lê eleqeyek mezin dît.”   ‘Dema mêran xebatkarên jin didît nedihatin lokanteyê’   Şabîkeyê wiha got: “Ewil mêran digotin ‘jin dixebitînin’ û nedihatin lokanteyê. Lokanteya me bi paqijiya xwe eleqe dît. Mutbexa me vekirîbû. Xwarinên me li ber çavên muşteriyan dihatin çêkirin. Me bi baldariyek mezin çêdikir. Me mala xwe çawa paqij kir, lokante jî wisa paqij dikir.  Aborî ji bo jinan gelek girîng e.”   ‘Ji ber krîzê kes nikare tiştekî bike’   Şabîkeyê her wiha bal kişand ser krîza aborî û ev tişt vegot: “Ji ber krîzê bandorek mezin li ser karê me bû. Ji bo mirov li derve xwarinê bixwin, di bêrîka wan de pere namîne. Ji ber vê jî nikarin bên lokanteyên wek yê me. Dukana min kirê bûna min nikaribû ev kar bimeşanda. Mirov nikarin debara xwe bikin. Ji ber krîzê nikarin bi rehetî tiştekî bikin. Em jî zêde qezenc nakin. Lê ez hewl didim mûçeyên hevalên xwe yên jin bidimê. Min qada piştevaniya jinê û îstîdamê vekiriye ji ber vê jî ev şert e.”