Sê sale nikarin tezgahê vebikin: Nanê me ji destê me girtin û em perîşan kirin 2020-02-13 09:16:52       ENQERE - Jina bi navê Berguzar ku nêzî 12 salan li Kolana Yukselê bi îşportavaniyê debara xwe kir, diyar kir ku Walîtiyê bi hinceta ‘ewlehiyê’ nehiştiye tezgahê vebikin û mexdûriyeta dijîn vegot. Berguzarê di axaftina xwe de wiha got: “Wê demê bila kar bidin me em bixebitin. Ew kolan yên me ne. Em bacê didin. Em li vî welatî dijîn, bila nanê me şûnde bidin me.”   Li taxa Kizilay a navçeya Çankaya ya Enqereyê navenda bajar e. Yek ji taybetiyên herî girîng ya Kizilayê ev e ku bi şev dîmenekî rengîn ava dike û yên ku herî zêde ji aliyê mirovan ve eleqeyê dibîne jî tezgah in. Tezgahên ku berhemên cuda cuda lê dihatin firotin êdî li Kolana Yukselê li kolana Konur û Karanfîlê tune ne. Tezgahên îşportayê ev sê mehe bi hinceta ‘ewlehiyê’ ji aliyê Walîtiyê ve hatine qedexekirin. 300 kesên ji vir nanê xwe qezenc dikirin, niha zehmetiyên mezin dikşînin. Îşportavanên ji bo tezgahên wan ji nû ve bên vekirin, li kolana Karanfîlê dimeşin, di lêgerîna maf de rastî êrîşa polîsan tên.   Jina bi navê Berguzar ya ku li kolana Yukselê 12 sal bû tezgah vedikir, diyar kir ku piştî qedexeyê jiyana wan zehmet bûye û got nexweşiyên wê yên dil, şekir û tansiyonê heye. Berguzarê bi lêv kir ku bi pereyê ji vir qezenc dikir li sê zarokên xwe mêze kiriye lê piştî biryara qedexeyê mexdûr bûne.   ‘Min bi tezgaha xwe debara xwe dikir’   Berguzarê destnîşan kir ku hevjînê wê di 2009’an de jiyana xwe ji dest daye û piştî vê dest bi xebatê kiriye û got: “Jiyana min her tim bi têkoşînê derbas bû. Piştî hevjînê min mir, deynê zarokên min hebûn. Ewlehiya tenduristiya min tune bû. Ez bêçare bûm. Piştre li Kizilayê di dukanekê de du salan xebitîm. Min ji kesî tiştek nexwest, hewcedarî kesî nebûm. Min hewl da zarokên xwe hewceyê kesî nekim. Hevalan got karê xwe bike. Bêguman deynê min zêde bû. Min nikaribû debara xwe bikira. Piştî hevjînê min mir hemû deyn li ser min mabû. Ez hem dixibitim û hem jî min li Yukselê tezgah vekir.”   ‘Nanê me ji me girtin’   Berguzarê di berdewamiyê de wiha got: "Min tezgaha xwe vekir. Nanê xwe qezenc kir. Piştre tezgaha me girtin û em perîşan kirin. Li Yukselê xebata rê hebû, nokteya polîsan hat avakirin û li ser vê gotin ‘hûn nikarin tezgahê vebikin’. Polîs û zabiteyan her tim em asteng kirin. Em li wê kolanê 200-250 kes bûn. Hemû tezgah bûn. Em hemû ji karê xwe bûn. Nikarin kirê bidin. Di rewşek zehmet de ne. Hevalek me ji ber nikaribû kirêya xwe bide xwediyê xanî ji malê avêt. Sê mehan kirê nedabû. Ji ber vê em dixwazin ku dîsa tezgahên me bên vekirin.”   ‘Ez çawa debara xwe bikim?’   Berguzarê bi lêv kir ku ew dipên ku ji nû ve tezgahên xwe vebikin û ev tişt bi lêv kir: “Ez niha naxebitim. Bi hezar û 300 TL mûçeyê Bag-Kurê debara xwe dikim. Bi vî pereyî ez çi bikim. Tenê 500-600 TL fatureya gazê tê. Ji bo min tenê 200 TL dimîne. Du neviyên min yên zanîngehê dixwînin hene. Em çawa debara xwe bikin. Em karê xwe dixwazin. Gelek ciwanên zanîngeh qedandine kar nabînin û ji ber vê jî li kolanan tezgah vekiribûn. Nanê xwe wisa derdixistin. Ez nexweşa şekir, dil û tansiyonê me. Em her roj li kolanê dimeşin. Polîsa mudaxale dike. Me dizî nekir. Ez 60 salî me. Ji ber hewcedarî kesî nebim dixebitim. Pereyê ez digirim têrî wan bike, bila têrî min jî bike.”