‘Em bi qezenca rojane debara xwe dikin’ 2020-02-07 09:08:59   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Jinên esnaf diyar kirin ku ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin û gotin divê rayedar demildest vê rewşê çareser bikin.   Li Tirkiyeyê ku krîza aborî roj bi roj giran dibe, bandorke mezin li ser gel dike. Her wiha yên ku herî zêde bi bandor dibin esnaf in. Jinên li Mêrdînê li bazarê esnafiyê dikin, diyar kirin ku ew hatine asta ku tezgahên xwe rabikin.   ‘Divê çareserî bê dîtin’   Gulcan Akyuz a li bazarê cil û bergan difroşe got 4 sale vî karî dike û wiha berdewam kir: “Em qezenca rojane tenê dikarin nan bibin mala xwe. 4 sale tezgaha xwe li vir vedikim. Karê me vê pêvajoyê qet ne baş e. Em nikarin tiştekî bifroşin. Yên tên jî ji ber bihabûnê nikarin tiştekî bikin. Pereyê kesî tune ye. Ji ber vê em nikarin debara xwe jî bikin. Yê min zarokek min heye. Gelo malbatên ku zarokên wan zêde ne çi dikin? Esnafên ku îflas dikin hene. Roj bi roj jî ev zêde dibin. Divê rayedar demildest çareseriyekê bibînin.   ‘Berhem di destên me de dimînin’   Esnaf Ayşe Duman jî berhemên tuhafiyê difroşe û got: “Tezgaha me roj bi roj biçûk dibe. Berhemên dihatin firotin, niha hemû li ser tezgahan dimînin. Berê me gelek berhem digirt em niha tenê 5 an jî 10 heban digirin. Cure zêde bûn. Lê niha nayê firotin destê me de dimîne. Malbat nikarin ji zarokên xwe re tiştekî bigirin. Ev zirarek mezin dide me. Ez ji 12 salî heta niha li vê bazarê dixebitin. Mirov êdî tenê xwarina xwe digirin.”   Gulîstan Ertem a bi salane hem dixwîne û hem dixebite jî got ji ber tayîna wê nehatiye kirin li bazarê dixebite û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi malbatî vî karî dikin lê em niha bi zor nan dibin mala xwe. Hem kar tune ye hem firotin tune ye. Em pereyê av û ceyranê bi zorê didin. Di bêrîka welatiyan de pere tune ye. Herî zêde jî jin bi bandor dibin. Jin kar nabînin. Bi taybet esnafên jin nikarin debara xwe bikin.”   Şevkiya Kaya jî ku çûye dan û standinê berteka xwe wiha anî ziman: “Min berê ereboka xwe tije xwarin dikir. Lê niha nikarim tiştekî bigirim. Tevî ku em nikarin bigirin, pere jî çar qat diçe. Em ji her alî de mexdûr dibin. Em nikarin nan bibin mala xwe. Em nikarin tiştekî bigirin. Bila êdî ev krîz bi dawî be. Bila mirov bîhna xwe bigirin.”