Koçerên ji zozanan vegeriyane konên xwe li Silopiyê vedane 2020-02-06 09:05:45   Rojda Aydin     ŞIRNEX - Koçerên ku havînan diçin zozanan ji destpêka zivistanê de ji ber sermayê li navçeya Silopiyê konên xwe danîne. Koçerên ku li navçeya Silopiyê konên xwe vedane û jiyana xwe didomînin debara xwe bi sewalkariyê dikin û jiyanek wan a zehmet heye.    Koçerên ku her sal meha Gûlanê diçin zozanan, dema dibe zivistan vedigerin bajarên germ. Koçerên ku 6 mehên salê li deştê û 6 mehên salê jî li zozanan e bi tenê sewalkariyê dikin. Koçer bi taybetî havînan ji bo hem sewalan xwe xwedî bikin û hem jî jiyaneke xweş bibihêrin diçin zozanên hênik û  bi taybet diçin aliyê herema Serhedê. Bi destpêkirina hewaya sar re koçerên ku ji zozanan vegeriyan niha li bejahiya navçeya Silopî ya Şirnexê di konan de dijîn. Jinên koçeriyê dikin diyar kirin ku ew ji dayik û bavê xwe de koçer in û dest ji koçeriyê bernadin.     ‘Me tu carî dev ji koçeriyê bernedaye’   Ji jinên koçer Fatma Geçî (35), da zanîn ku ji roja ew çêbûye û heta niha koçeriyê dike û zozan bi zozan geriyaye. Fatma, bi lêv kir ku dema dibe havîn diçin zozanên hênik û zivistanan jî tên cihên germ û wiha got: “Ji ber vê jî jiyanek me ya gelek zehmet heye. Dema em havîn û zivistanan vedigerin beriya sewalan bînin tên konan çêdikin. Ji bo ku dema sewal tên li derve nemînin. Me tu carî dev ji koçeriyê bernedaye. Dayik û bavên me jî koçerî dikirin. Em jî îro li ser şopa wan diçin. Koçerî gelek zehmet e.   Zehmetiyên wê yên  wek dotina pêz, xwedîkirina sewalan, çêkirina mast, penêr û hwd. herne lê em bêyî wê nikarin bijîn.”   ‘Havînan sewal ji ber germê nikarin bisekinin’   Fatma, diyar kir ku ew havînê çûne deştên navçeya Mîksê ya wanê û wiha pêl da axaftina xwe: “Jiyana me li deşt û zozan tim wek her rojê derbas dibe. Ji ber ku tu cudatî tê de tune ye. Her roj em bi destpêka rojê re radibin û  heman karî dikin. Em jin havînê bêrîvaniyê dikin, mast û penêr çêdikin, xwarinê çêdikin. Dema zivistanan jî sewalan xwedî dikin. Her wiha ji ber aliyê Serhedê zêde sar dibe em zivistanê li wê namînin û vedigerin. Ji ber vê jî îsal li Silopiyê hewa xweş bû em li vir man. Dema em ji Wanê vegeriyan beriya sewalan em çend kes hatin ji bo konan vedin. Kesên dinê jî li pey me bi sewalan re hatin. Heta ji Wanê em hatin nêzî 20-25 roj derbas bû. Em nêzî mehekê bi rê de tên. Her wiha careke din veger jî heye û ew jî zahmet e.”   ‘Bi qasî zahmetiyan aliyê koçberiyê yê xweş jî heye'    Fatma, bi lêv kir ku ew her roj serê sibehê bi tîrêjên rojê re şiyar dibin û wiha berdewam kirt: “Serê sibehê em zû radibin pez, berxik û karikên xwe êm dikin. Piştre şivan radibin sewalan berdidin dibin çolê jî diçêrînin. Êvaran jî piştî xwarinê dixwin bi malbat û cîranan re em tên gel hev û şevbihêrkê dikin. Şevbihêrkên me piranî ji çîrokên me pêk tên. Zehmetiyên koçeriyê gelek herne. Lê belê ji ber ku em debara xwe pê dikin em ji koçeriyê hez dikin û ev jî me dike nav tengasiyê. Her wiha koçerî jî êdî zahmet bûye heqê ceryan û kirêya cihê kon ji me digirin. Ji ber ku em debara xwe bi sewalkariyê dikin ev jî ji bo me zahmet e. Lê koçerî xweş e.”   ‘Ev 6 salin em li vê derê koçeriyê dikin’   Jina koçer Meryem Baygara (25) jî ku ji Dihêya Sêrtê ye, ji ber ku koçer in  li navçeya Silopiyê konên xwe  danîne û wiha dirêjî da xaftina xwe: “Em havînan diçin zozan û deştên  hênik û zivistanan jî tên cihên germ. Em îsal jî hatin navçeya Silopiyê bi cih bûn. Sewal ji ber havînê nikarin di germahiyê de bimînin em diçin cihên hênik. Em debara xwe bi tenê bi sewaltiyê dikin. Sewalan xwedî dikin bi şîr û mastên wan jî ku em difiroşin debara xwe dikin. Xeynî koçeriyê em tu karê din nakin û nizanin. Dema em bi rêyan de diçin em gelek zahmetî dikişînin ji ber ku  em pez didoşin û zarok bi me re hene.  Em havînan diçin gundê Geznexê ya navçeya Elkê. Ev 6 sa lin em li vê derê koçeriyê dikin.  Em jin hem bêrîvanin hem jî kevaniyatiya  malê dikin. Jiyana me jiyanek gelek zehmete. Dema ji payîzê re mehekê dibîne em ji zozanan vedigerin, dema dibe bikar jî em diçin deştan.”