Li Mexmûrê jinên ciwan koperatîfek ava kirin 2020-01-18 16:21:24   MEXMÛR - Li Mexmûrê jinên ciwan Koperatîfa Şehîd Avyan Buldan vekirin û dixwazin bi koperatîfê xwedî li berhemên dayikên xwe derkevin.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jinên ciwan bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê (TJCM) koperatîfa keda destê jinên ciwan hat avakirin. Koperatîf dê bi navê Şehîd Avyan Buldan kar xebatan bimeşîne. Di koperatîfê de 20 jin cih digire. Koperatîf bi tevlîbûna endamên TJCM'ê hat vekirin.    Axaftina vekirinê ji hêla endama TJCM'ê Mizgîn Kara ve hat kirin. Mizgîn, diyar kir ku saleke amadekariya vekirina koperatîfê dikin û got: "Em dixwazin bi koperatîfê xwedî li berhemên dayikên xwe derkevin. Em dixwazin keda desta ya jinê ji holê ranebe û neyên windakirin."   Hêjayî bi bîrxistinê ye ku hemû berhemên ku di koperatîfê de cih digirin bi keda destan hatiye çêkirin. Wekî bazin, kefî, pêşo (jofî), gerdenî, guhar, toq, çante û h.w.d tên çêkirin û berhemên xwe dişînin derveyî welat.