‘Divê jin aboriya xwe pêş bixin’ 2019-12-08 09:06:13   WAN - Jina bi navê Hamdiye Abî ku bi çêkirina nivînan û berhemên destan, debara xwe dike, li dijî krîza aborî jî li berxwe dide. Hamîdeyê destnîşan kir ku divê her jinek karê xwe bike û got: “Dema min ji hevjînê xwe pere dixwest, bi ser min de diqêriya. Divê her jinek qezenca xwe bidest bixe.”   Jina bi navê Hamîde Abî ya 45 salî ku li taxa Xaçort a Wanê dijî, ji bo nivînan çêbike dikan vekir û bi qezenca xwe debara malbata xwe dike. Di heman demê de patik, lîf, cil û bergên zarokan jî çêdike. Hamîde ku 3 sal berê dikan ji xwe re vekir û karê xwe meşand, ji aliyê jinên taxê ve jî rastî eleqeyek mezin tê.   ‘Ji bo karê min derkeve ez erzan çêdikim’   Hamîdeyê bi lêv kir ku ji ber krîza aborî nikare tiştekî bifroşe û ji bo kanê doşek û lihîfan bê kirîn jî biha xistiye û got: “Li gorî alavên ku jin tînin ez bi 30 TL çêdikim. Lê ger ez alav bigirim bi 50 TL çêdikim. Karekî zehmet e. Lê ji bo kara min derkeve ez erzan çêdikim. Beriya krîzê metra kumaş 20 TL bû niha 30 TL ye. Li gorî kalîte jî kumaş diguhere.”   ‘Ez hem zivistan hem havînan hiriyê dişom’   Hamîdeyê ast bi ast çêkirina doşek û lihîfan vegot û got: “Ez zivistanê jî havînê jî her tim hiriyê dişom. Ziwa dikim. Piştre şeh dikim. Li ser tiştekî radixim. Piştre bi derziyê didirûm. Lihîfek herî kêm saetekê didome.”   ‘Bila tu jin hewcedarê mêr nebe’   Hamîdeyê bi lêv kir ku ev kar ji dayika xwe hîn bûye û got: “Ez ji bo xwe û zarokên xwe vî karî dikim. Dema min ji hevjînê xwe pere dixwest bi ser min de diqêriya. Niha hewcedariya min pê tune ye. Divê tu jin xwe hewcedarê mêr neke. Divê jin pereyê xwe bixwe qezenc bikin. Tu tiştek wek vê ne xweş e.”