ÎSÎGM: Di meha mijdarê de 126 karker jiyana xwe ji dest dan 2019-12-06 12:40:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora xwe ya meha mijdarê aşkera kir û got di meha mîjdarê de 126 karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî raporê di 11 mehên dawiyê de hezar û 606 karker jiyana xwe ji dest dane.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora xwe ya meha mijdarê aşkera kir. Li gorî rapora meha mijdarê 126 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Li gorî ÎSÎGM'ê di 11 mehan de herî kêm hezar û 606 karker jiyana xwe ji dest dane.    Di rapora ku hatî aşkerakirin de karker û karmend tevahî 108 kes û cotkar û esnaf tevahî 18 kesî di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de hat destnîşan kirin ku li gorî daneyan 3 jin û 123 mêr di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 3 zarokên karker jî hêj di temenê 14 salî de dema kar dikir jiyana xwe ji dest da. Dîsa 3 penaber jî bûn kurbana cînayetên ser kar.   Cînayetên ser kar herî zêde li Stenbol, Dîlok, Kocaelî, Bursa û Îzmîrê pêk hatin. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dayî de tenê kesek bi sendîkayî bû. Her wiha Gurhan Koca yê ku endamê DÎSK a Sendîkaya Ewlehiyê bû ji ber pirsgirêkên aboriyê dawî li jiyana xwe anî. Her wiha li gorî rapora ku hatî aşkekirin de di nav 6 salan de 351 karker ji ber bêkarî, şert û mercên nebaş dawî li jiyana xwe anîn.