Jinên Esnaf: Şah dilîzin, piyon jî tên xerckirin 2019-12-06 09:19:21   WAN - Navenda Kar a Artos ku yek ji mexezayên dan û standinê ya ewil a Wanê ye, ji ber krîza aborî zindîbûna xwe ya berê winda kiriye û di heman demê de Sûka Misir a 50 sal in li navendê ye û gelek kargeriyên din neçar man kepenkên xwe bigirin. Ji esnafên Artos, Fîlîz Yîgît diyar kir ku fatureya krîzê li wan tê birîn û got: “Şah dilîzin, piyon jî tên xerckirin.”   Navenda Kar a Artos ku di 2002’an de li sûka navendî ya Wanê hat vekirin krîza herî mezin a salên dawî dijî û Sûka Misir a ji 1965’an heta niha gelek zindîbû jî, esnafên wê ji ber krîzê kepenk girtin. Her wiha li Pasaja Japon jî ku pasajeke 25 salan e jî gelek esnafî kepenk girt. Jinan diyar kirin ku krîzê bandor li ser her derê kiriye û gotin mirov êdî di hewldana întîxarê de ne û gotin divê demildest çareseriyek bê dîtin.   ‘Gelek esnafî neçar ma kepengên xwe bigirin’   Fîlîz Yîgît ku salek berê li Navenda Kar a Artos mexeze vekir, destnîşan kir ku ji ber cil û berg li ser dolar tên, buha du kat zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek esnafî ji ber vê sedemê kepenkên xwe girtine. Derdê gel ê niha tenê debara wan e. Welatî di hewldana hewcedariyên xwe de ne. Ji her tiştê xwe kêm dikin.”   ‘Yên piyasê li ser piyan digirin esnafên biçûk in’   Fîlîzê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji ber fîrmayên cemawerî esnafên biçûk qedyan. Di esasê de yên piyasê li ser piyan digirin esnafên biçûk in. Piştgiriya esnafên biçûk ji tekstîl, kargoyê re fêdeya wê heye lê fîrmayê cemawerî bixwe çêdikirin bixwe difroşin. Yanî tenê fêdeya wan ji wan re heye. Esnafên biçûk jî kedê dide lê kêm qezenc dike.Krîza aborî lîstikek plankiriye. Ne tenê esnaf, polîs, memûr, mamoste û bijîşk jî tên hebakirin. Krîza bandorek mezin li ser welat kiriye. Ji ber krîzê gel êdî întîxarê difikire. Heta ev pirsrgirêk çareser nebe wê li welat bibe sedema serhildanek mezin. Divê gel bizanibe ku di nava lîstikek mezin de ne. Bi taybet dema diçin ser sindoqê divê bi bîr bînin. Divê bizanin ku kê ev krîz derxistiye.”   Esnaf Ayfer Dîkîcî jî ev du sale alavên diyariyê difroşe û got van berheman bi keda destê xwe çêdike lê mixabin beramberê wê nagirin û tenê dikarin kiriya xwe bidin. Ayferê wiha dawî lê anî: “Biha ji muşteriyên me re zêde tên. Li şûna 3’an bigirin yekê digirin. Ev jî hem me hem jî wan dike zorê. Em di hewldana aboriya xwe de ne. Lê mixabin ev krîz destûr nade.”