Kedkara Perwerdeyê Seher: Me berxwedan tercîh kir 2019-12-06 09:07:24   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Kedkara perwerdehiyê Seher Kiliç ku bi KHK’ê hat îxrackirin wiha got: “Daxwaza wan ev bû ku bi îxracê re mexdûriyetê biafirînin û me bi giştî tune bikin. Lê di her rewşê de me berxwedan tercîh kir. Em bi nasnameya jin û sendîkavaniyê têkoşîna xwe didomînin.”   Piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an şûnde bi îlankirina OHAL’ê re bi hezaran kedkarên cemawerî bi KHK’yên hatin derxistin hatin îxrackirin. Beşek zêde ya îxracan ji qada perwerdehiyê pêk hat. Endama Lijneya Rêveberiya Egîtîm Sen a Edeneyê Seher Kiliç ku mamoste bû û bi KHK’ê hatibû îxrackirin wiha got: “Daxwaza pergalê ev bû ku me bi giştî tune bike. Lê me di her şert û mercî de berxwedan tercîh kir.”   ‘Kar nadin’    Seherê di 2016’an de hat îxrackirin û ev sê sal in di Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê de peywirê dike. Seherê ku bi salan di Egîtîm Senê de xebat meşandiye wiha got: “Bêguman di qada aborî de zehmetiyan dikşînim. Hevalên me di karê cuda de xebitî û kargerî vekirin. Ji ber şansa me yê di sektora taybet de nemabû. Lîsansa me hatibû betalkirin. Di qanûnî de nehatiye betalkirin lê bi awayekî fîlî betal bûye. Ji ber KHK’ê kes kar nade me. Em di vê mijarê de zêdetir mexdûriyetê dijîn.”   ‘Armanca pergalê tunekirina me ye’   Seherê bi lêv kir ku keçek wê heye û ji bo keça xwe hewl dide li ser piyan bimîne û wiha berdewam kir: “Sê sal in em hatine îxrackirin. Sê sal in ez li qada me. KHK Tv hat vekirin û em li ser vê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Em hewl didin mexdûriyeta xwe bînin ziman. Em li ser çapemeniya civakî têkoşîna xwe diomînin. Pergalê xwest bi îxracan re mexdûriyetê biafirîne û me bi giştî tune bike. Lê em di nava piştevaniyê de ne. KESK û Egîtîm Sen piştgiriyê didin me. Piştgiriya derûnî û aborî didin. Me ji hevalan jî ji derdora xwe jî piştgirî dît.”   ‘Me bi nasnameya jinê têkoşîna xwe nîşan da’   Seherê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bedeleke têkoşîna me daye hebû. Wê jî niha em didin. Me ev dizanibû. Niha em di nava piştevaniyê de ne. Em jin li her derê ne. Me nasnameya xwe ya jinê tu car navêt plana dawî. Nasnameya me, nasnameya sendîkaya me heye. Me bi nasnameya xwe ya jinê têkoşîna xwe her tim nîşan da.”