Li Şirnexê jin bi nanê sêlê û tenûrê debara xwe dikin 2019-12-03 09:05:52   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyê 12 jinên ku bi çêkirina nanê sêlê debara xwe dikin, diyar kirin ku divê jin hemû ji bo aboriya xwe li ber xwe bidin û debara xwe bi xwe bikin.   Jin xwedî wê hêzê ne ku dikarin li hemû qadên jiyanê bixebitin. Li navçeya Sîlopî ya Şirnexê jî 12 jinên ku nanê sêlê û tenûrê çêdikin hem pêdiviya şêniyên navçeyê pêşwazî dikin û hem jî debara xwe dikin. Jinên ku bi keda destên xwe debara xwe dikin çanda kevnar a kurd diparêzin.   Jina bi navê Akîde Bîçek(35) ku dayika 7 zarokane, heta niha li derve nexebitiye, tenê li malê zarok xwedî kirin û karê malê kiriye. Akîde ya ku di demên  dawîn de li derve jî dest bi xebatê kiriye got ku ji bo debara xwe bike xwestiye dest bi kar bike û piştre hatiye dest bi çêkirina nan kiriye. Akîde ya ku 2 mehin nan çê dike hem debara xwe dike û hem jî zarokên xwe xwedî dike. Akîde, ev tişt got: “Ji bo ku mirov li ser linê xwe bisekine divê mirov bi xwe aboriya xwe pêş bixe. Em li vê derê niha 12 jin dixebitin. Em hemû jî ji bo debara xwe bikin û li vir in.”   Divê jin bi afrîneriya xwe bawer bin   Akîde, bi lêv kir ku wek hemû karan zehmitiya vî karê jî heye û wiha got: “Silopî havînan gelek germe. Em havînan li bin vî germahiyê de dixebitin. Havînan vê derê ji 40 dereceyê zêdetir germe. Dema em tên ber agir jî zêdetir germ dibe. Em her roj dixebitin, bi tenê roja yekşemê bêhna xwe vedidin. Em serê sibehê dest bi kar dikin heta saet 10.00’an. Em diçin taştê dixwin û saet 12.00’an  de dîsa tên dest bi kar dikin heta êvarê saet 19.00’an. Her wiha dema em ji vir diçin malên xwe li malê jî xwarinê çêdikin. Yanê em hem li derve û hem jî li malê dixebitin. Ji aliyek dinê ve jî krîza aborî bandorê li me jî dike. Ger ev krîz nebûya dê karê me baştir bûbûya. Lê dîsa jî em pê debara xwe dikin. Divê hemû jin bi afrîneriya xwe bawer bin û li ser piyên xwe bisekinin.”   'Em dixwazin çanda xwe biparêzin'   Kedkara bi navê Medîne Bîlen a ku dayika 3 zarokan e ew jî ji bo debara xwe bike du meh in ji bo debarê dest bi çêkirina nan kiriye û ji xebata xwe gelek menûne. Medîne, bi lêv ku ji ber dixebite gelek kêfxweş dibe û ev xebat hêzê dide wê. Medîne, da zanîn ku wekî hemû karên din zehmetiyên vî karî jî hene lê divê ji bo debara xwe bike bixebite. Medîne, wiha domand: “Em serê sibehê dest bi kar dikin heta saetên êvarê dixebitin.  Lê ji aliyek dinê ve jî ev xebat hêzê dide min. Ji ber ku ez dema li jinên vê derê dinêrim dibînim ku jin dema bixwaze dikare her karî bike. Em jin naxwazin ku li destên mêran binêrin û bindestên wan bin. Lewra jî me jinan biryar da ku dest bi kar bikin û li ser piyên  xwe bisekinin. Em îro bi ser ketin. Em bi qezenca xwe hem debara mala xwe û hem jî li zarokên xwe dinêrin. Berê li Silopiyê cihê pijandina nan tûne bû. Lê niha li navçeyê hat vekirin. Jin êdî dikarin di hemû karan de bixebitin. Her wiha ji aliyek dinê ve jî pijandina nanê sêlê û tenûrê çanda me ya kurdan e. Em ji aliyek ve jî dixwazin xwedî li vê çandê derbikevin.”   ‘Jiyan êdî gelek zehmet bûye’   Kedkara bi navê Taybet Uzen a ku 7 zarokên wê hene û hemû jî astengdarin ji bo hem debara mala xwe bike û hem jî zarokên xwe xwedî bike dest bi vî karî kiriye. Taybet, bal kişand ser krîza aborî û got jiyan gelek zehmete nikarin debara mala xwe bikin. Taybet di pêldayîna axaftina xwe de got ji ber zarokên wê astengdarin nikarin bixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê jî ez neçarim ku bixebitim. Jiyan êdî gelek zehmet bûye. Qezenca ku em dikin jî têra me nake. Lê ez jî du mehin hatim li vir dest bi kar kirin. Ji bo debara xwe bikim. Qezenca min li vir başe. Li vir karê ku dikim ve hem debara xwe dikim û hem jî bi jinên vî derê ve di  nav têkiliyek xûrt deme. Her çixwas jiyan zehmet be jî em jin li vir hêzê didin hevdû. Li vir qezenca ku dikim ve zarokên xwe û mala xwe dinêrin”     Taybet, wiha behsa karê ku dike kir: “Em serê sibehê heta êvarê dixebitin. Em hem nanê sêlê û hem jî nanê tenûrê dipijînin. Nanê ku em dipêjînin difroşin. Bi vî awayî pêdiviya nan a şêniyên Silopiyê pêk tînin. Gel jî êdî bê nan namîne.”