Hilbirînera çîkolatayê: Armanca min ku bi hilberîna xwe danasîna xwe bikim 2019-12-02 09:05:29   Zeynep Durgut   QERS - Hilbirînera çîkolatayê Esra Sakîncî bi lêv kir ku  çîkolatayên ku bi destê wê tên hilbirandin hem ji bo tenduristiya mirov baştirin û hem jî bijûndarin.   Li Qersê rahijmenda  bi navê Esra Sakincî  saleke  hem hilbirîna çîkolateyê dike û hem ji difiroşe. Çîkolateyên  ku ji aliyê Esrayê ve tên çêkirin ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dibînin. Li heremê cara yekeme ku hilbirîna çîkolotayê ji aliyê jinekê ve tê kirin. Esrayê diyar kir ku ew dixwaze menuya çîkolatayê dewlemend bike û got ku armanca wê ew e ku di siberojê de çîkolatayên ku ew hilbirîne ji hemû cîhanê re bide naskirin.    ‘Em hem hildiberînin û hem ji difiroşîn’   Esrayê  di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew bi kelecaneke mezin hilbirîna çîkolatayan dike û wiha axivî;” Rojekê min çikolata ji hevalên xwe re çêkir, pir ecibandin. Pişt re min ji biryar da ku ez dest bi hilbirîna çîkolatayan bikim. Min got em dikarîn hilbirîna çîkolatayên xwe bikîn û min kargeha çîkolatayan vekir. Ev saleke ez û hevalek xwe hem bi hev re hem hildiberînin û hem ji difiroşîn.    ‘Çîkolatayên ku ez hildiberînim pir tên ecibandin’   Esra anî ziman ku wê kargeha xwe bi dudiliyek mezin vekir û got ku piştre wê eleqeyeke mezin dît û wiha pê de çû;” Mirov dikare li her derê çikolatayan peyda bike, lê herkes nikare bi tam çê bike. Gava ku min kargeha çîkolatayê vekir bi rastî ji ez pir dudil bûm. Lê piştre min lê mêze kir ku eleqeyek heye û êdî min dest jê berneda. Min hem ji derdorê û hem jî ji gel piştgiriyeke mezin girt. Çîkolatayên ku ez hilbirînim pir tên ecibandin û ez pir kêfxweş im ku ez karekî wiha dikim.”   'Ez armanc dikim karê xwe mezin bikim'   Esrayê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ji her cureyan çîkolatayan çê dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir;”Bi rastî jî karekî pir zehmet e, lê çêkirina çîkolatayan kêfxweşiyeke cuda dide mirov.  Em li gorî daxwazan çîkolatayan çê dikîn. Di siberojê de armanca min ew e ku ez  li her bajareke Tirkiyeyê kargeheke  çîkolatayan  vekim û karê xwe mezin bikim. Çîkolatayên ku bi dest tên çêkirin hem ji bo tenduristiya mirov baştirin û hem jî bijûndarin. “