Li Edeneyê dema tirşiyê 2019-11-30 09:07:06   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Li Edeneyê jinan dest bi çêkirina tirşiyê kirin. Jinan bertek nîşanê bihayê xurekan û krîza aborî dan.   Jinên ku ji ser axa xwe ji ber sedemên cuda koçê bajarên mezin kirin, li dijî jiyana bajar û derfetên aborî li berxwe didin û ji bo mehên zivistanê amadekariyan didomînin. Li Edeneyê, piştî çêkirina konserve, salçe, sebze û fêkiyên hişk şûnde niha jî tirşî tê çêkirin.   ‘Em nikarin tu tiştekî bigirin’   Jina bi navê Atiye Gorgun ku bi hevkariya cîranên xwe tirşiyê çêdike, diyar kir ku ev nêzî mehekê ye her carê hinek sebze û fêkî digire û pê konserve, tirşî û rîçal çêdike. Atiye ku 25 sal berê ji Êlihê koçî Edeneyê kiriye wiha got: “Em her sal van deman dest bi çêkirina tirşiyê dikin. Malbata me qerebalix e. Em bê tirşî xwarinê naxwin. Em her sal ji bo xwe ku heta têrî biharê dike, tirşiyê çêdikin. Lê îsal her tişt pir biha bû. Me kêm kêm girt û çêkir.”   ‘Ya ku em çêdikin baştir e’   Atiyeyê bi lêv kir ku krîza aborî bandorek mezin li ser wan kiriye û wiha pê de çû: “Îsal her tişt pir biha ye. Em destê xwe davêjin çi, nikarin bigirin. Kele 6, xiyar 7, gizêr 5 TL ye. Her tişt biha ye lê em neçar in bigirin. Ji ber ku ji ya amade baştir e. Em çanda xwe li vir jî didomînin. Tenûrên me hene. Em nanê xwe li vir çêdikin.”   ‘Em kêm kêm digirin’   Jina bi navê Suphiye Altin jî bertek nîşanê bihayan da û wiha berdewam kir: “Em xizan in, em nizanin çi bikin. Heta ji destê me tê em ji xurekên xwe dibirin. Polîtîkayên Erdogan em perîşan kirin. Tevî van şertên zehmet, em bi hevkariya cîranan ji xwe re tirşiyê çêdikin.”   ‘Gelek kesî îsal tiştek çênekir’   Jina bi navê Kadriye Tatli jî bi lêv kir ku wê her sal tirşî çêkiriye û îsal ji ber aboriyê amadekarî nekiriye û wiha dawî lê anî: “Gelek kesî îsal ji ber bihayan tiştek nekir. Pereyê dikeve malên gel diyar in. Yên ku amadekarî kirine jî ji gelek xurekî dibirin û amadekariyan dikin. Her tişt gelek biha bûye. Bedela wê dîsa jin didin.”