‘Li dora we kesên dikenin mane gelo?’ 2019-11-26 09:07:35   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û her roj rewş hinek din xerabtir dibe û gotin: “Em pereyê pira ku tê de derbas nabin, nexweşxaneya ku naçinê didin. Aborî têk çûye. Malbat tune dibin. Li dora xwe binêrin, kesên dikenin mane gelo?”   Ji ber zema ji bo xurek û enerjiyê tên kirin, hêza gel a girtinê her diçe dikeve. Di krîza aborî ya ku gel tê de derbas dibe de, barê aboriyê yê polîtîkayên şer û operasyonên dersînor jî li milê gel tê barkirin. Jinên Edeneyê der barê krîzê de axivîn û diyar kirin ku fatura şer ji bêrika wan tê derxistin.   ‘Pereyê pira ku em tê de derbas nabin ji me tê birîn’   Mamosteya teqawît Sevîm Gungor bi lêv kir ku kes nikare xwarinê bikire û rêveberên vî welatî jî çareseriyê pêk naynin û wiha gotin: “Malek min heye lê ez nikarim tiştekî bikirim. Kurê min niha betal e. Neçar ma kargeriya xwe bigire. Her tiştê xwe firot. Ji ber me deynê xwe dan. Li vî welatî, pereyê pira ku em tê de derbas nabin, nexweşxaneyên ku em nikarin bikevinê ji me tê girtin. Yên serê vê hikûmetê rehet in lê mixabin maeşa me têrî me nake. Gelê me di nav agir de ye. Baweriya min a bi sererastkirina vê nema.”   ‘Rojnamegerên ku rastî nivîsand niha di girtîgehan de ne’   Sevîmê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji ber krîza aborî întîxar jî çêdibin û wiha pê de çû: “Gel çareseriyê bi întîxarê dibîne. Tablo her diçe girantir dibe. Mixabin dema em diaxivin jî tên girtin. Mirov êdî nikarin li kolanan li mafên xwe bigerin. Nikarin biaxivin. Rojnamegerên rastiyê dinivîsin jî tên girtin. Ez êdî bi gotinên hikûmetê bawer nakim.”   ‘Em nikarin debara xwe bikin’   Zahîde Gultekîn jî destnîşan kir ku ji ber krîza aborî perwerdeya zarokên wan bi bandor dibe û ev tişt bi lêv kir: "Ez hewl didim zarokên xwe bidim xwendin. Lê bihayê pirtûkan pir zêde bûye. Perwerde ji xwe pir biha bûye. Em nikarin debara xwe bikin. Dema zarok hebin ewil lêçûna wan a perwerdeyê tê. Pêvajoyek bi pirsgirêk e. Di esasê de jin dikarin pir tiştî bikin. Ger wezîra aboriyê jin be, serokomar û serokwezîr jin be wê her kes ji betaliyê xilas be."   ‘Em rewşa aboriyê li bazaran zelal dibînin’   Fatma Yavuz jî daxuyakirin ku ji ber zeman nikarin zarokên xwe baş xwedî bikin û got: “Dema mirov diçin bazarê rewşa aboriyê baş tê dîtin. Em nexweş dikevin nikarin dermanan bigirin. Malbat tune dibin. Li dora xwe binêrin, gelo mirovên dikenin mane. Yên ser me divê gel guhdar bike, divê pirsgirêkên wan çareser bike. Meaşa em digirin têrî me nake. Zarokên me baş xwedî nabin.”   ‘Derewan dikin’   Gurbet Sayan jî destnîşan kir ku hem ew û hem jî zarokê wê astengdar e û wiha dawî lê anî: “Meaşê me têrî me nake. Ji ber aboriyê em neçar man bar bikin cihekî din. Ji ber navnîşan guherî meaşê me jî birîn. Hevjînê min jî naxebite. Em di rewşek zor de ne. Kî çi dibêje derewan dike. Welat jî di rewşek zehmet de ye.”