'Dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin' 2019-11-15 09:14:13   Dîlan Babat   ENQERE - Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan daxwazên xwe bînin ziman û dê banga têkoşîna hevpar bikin. Sekretera Jinan a BES'ê Banû Aykaç, diyar kir ku bi têkoşîn û tecrûbeyên jinan ên bi salan krîza pergalê derket holê û got: "Jin dê li dijî pergala serdest a mêr têkoşîneke hevpar bidin meşandin û dê bibin kirdeya jiyanê."   Jin bernameyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Hember Şîdeta li Ser Jinê aşkera dikin. Jinên kedkar dê îsal li dijî kedxwarî û xizaniyê li qadan bin. Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Banu Aykaç, diyar kir ku di nav 17 salan de îktîdara AKP'ê bû sedema kuştina 15 hezar jinan.    'Herî zêde jin bedelen giran didin'   Banû, destnîşan kir ku AKP destkeftiyên jinan kir hedef û wiha dest bi axaftina xwe kir: "AKP, bi polîtîkayên xwe yên şer pirsgirêka kurd çareser nake, bi şer û afirandina polîtîkayên dagirkeriyê herî zêde jin dibin mexdûr. Şer li ser jiyanê, demokrasiyê, aboriyê, çandê, ekolojiyê û dîrokê bandoreke mezin dike û bedelên gelek giran derdixe holê. Ji bo jinan jî bedelen gelek giran dertê holê. Jinên ku ji ber şer û pevçûnan berê xwe didin cihên din jî bi taciz, tecawiz, şîdet, koletî, kedxwarî û xizaniyê re rû bi rû dimînin. Jin nikarin xwe bighînin xizmetên tenduristî û perwerdeyê. Rastî cudakariyê tên û dibin derûniyeke xirab de neçarin ku jiyana xwe didomînin. Krîza aboriyê, ji ber polîtîkayên şer pêk tê û ev tişt jî bêtir li ser jinê bi bandor e, dibe rêbazeke şîdetê."   ‘Jin di têkoşîne de bi israr in'    Banû, diyar kir ku jin her tim li dijî polîtîkayên şer bi israr li ber xwe didin û wiha dom kir: "Jin li dijî zîhniyeta serdest a mêr bi salane bênavber têdikoşin. Destkeftiyên jinan a îro bi têkoşîna bi salan hatiye afirandin. Ji ber ve sedemê jî AKP'ê li hemberî vîn û destkeftiyên jinan êrîşêk pêk tîne. Bi polîtîkayên qeyûmê pergala hevserokatiyê û destkeftiyên jinan hedef tên girtin. Her wiha niha Rojhilata Navîn bûye dojeh û dixwazin jinên ku pêşengiya demokrasiyê û azadiya jinê dikin jî ji holê rakin."   ‘Dixwazin keda jinê ji holê rakin'   Banû, da zanîn ku li hemberî Peymana Stenbolê, Qanûna Parastina Malbatê ya 6284'an û Li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê êrîşek heye û wiha axivî: "Mixabin ên ku dewletê bi rêve dibin li şûna ku berpirsiyariya xwe pêk bînin, dixwazin Peymana Stenbolê û Qanûna 6284'an ji holê rakin. Her wiha niha bi zext, zordarî û polîtîkayan dixwazin keda jinê tune bikin, bêewle bidin xebitandin û bê istîhdam bihêlin. Polîtîkayên ku tên afirandin newekheviyê, xizaniyê, cudakariyê, mobîngê û şîdetê derdixe li hemberî jinê. Her wiha şert û mercên xebatê ji bo hemû kedkaran û bi taybetî ji bo kedkarên jin bûne qadên şîdetê."   'Jin têkoşîna rizgariyê didin meşandin'   Banû, di axaftina xwe de bal kişand ser Rojava û wiha bilêv kir: "Pergala kapîtalîst a baviksalar li cîhanê ketiye nav krîzê, lê li dijî wê pergalê jî berxwedana jinan li pêş e. Êrişên li hemberî şoreşa li Rojava, ji ber berxwedan û têkoşîna jinê ku tê kirin  pêk tê. Em demeke dîrokî dijîn. Jin li dijî pergala serdest a mêr bi hezaran sal in têkoşîna rizgariyê didin meşandin. Em nêzî jiyaneke nû ne."   'Em ê li kolanan piştevaniya jinan mezin bikin'   Banû, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wekî jinên BES'ê dê di 25'ê Mijdarê de li dijî şîdet, kedxwariyê û ji bo azadî û wekheviyê bi dirûşma "Em dixwazin bijîn" dakevin qadan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em jinên ku di nav KESK'ê de cih digirin amedekariya plansaziya kampanyaya 2 alî dikin. Kampanyaya me dê di 25'ê Mijdarê de dest pê bike û heta 8'ê Adarê bidome. Em dixwazin jinê tevlî pêvajoyên nîqaşan bikin. Hewl bidin ku têkoşîneke hevpar bidin meşandin. Em ê li kolanan piştevaniya jinan mezin bikin. Em bang jinan dikin ku li dijî pergala serdest a mêr, keda xwe biparêzin, bibin kirdeya jiyanê. Her wiha li dijî şîdeta li hemberî jinê jî divê em 25'ê Mijdarê dakevin qadan."