Li Qersê jinan dest bi çêkirina rişte kir 2019-11-08 09:15:15   Zeynep Durgut   QERS - Rişteya ku di her hatina demsala zivistanê de tê çêkirin îsal ji ber aloziya aborî wekî berê zêde nayê çêkirin. Sidika Kaya ya ku bi çêkirina rişte debara xwe dike anî ziman ku mîna her tiştekî aloziya aborî ji çêkirina rişte re jî  dibe asteng.    Bi nêzbûna demsala zivistanê re li herêma Serhedê jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Amadekarî bi awayekê hevpar tên domandin.   Li bajarê Qersê  xwarina bi navê Rişde ya ku di her zivistanan de cihê xwe li ser sofreyan digire jinan dest bi çêkirinê wê kir. Rişteya ku li ser benan tê daliqendan ziwa dibe û piştre bi kedeke mezin tê berhevkirin. Çêkirina Rişte bi alikariya 3 jinan pêk tê. Jinên ku li gel berbanga serê sibehê dest bi  çêkirina Rişte dikin, diyar kirin ku berê wan 15 tûrikên rişte çêdikirin lê ji ber aloziya aborî ew êdî tenê dikarin 10 tûrikan çêbikin.    Çêkirina rişte    Sidika Kaya ya ku bi salane rişde çêdike û bi çêkirina Rişde debara xwe dike çêkirina rişte wiha vegot:” Em destpêkê hevîr çêdikin. Piştî ku hevîrê me tirş bû em tînin bi makîneyê zirav zirav derdixînin. Piştre ji bo ku ziwa bibin em li ser benan daliqînin. Ji bo ziwabûna wan rojek bese. Piştî ku hişk bûn em tînin di firinan de sor dikîn. Gava ku sor bûn em di qutîkan de vedişerin û bi taybetî ji demsal zivistanê dikin nav xwarinê. Li Qersê hûn dikarin li ser her sofreyekê rişde bibînin. Çêkirina rişde bi awayeke hevpar tê kirin. Herî zêde li Qersê rişde tê çekirin. Hîn kes ji li gundan çê dikin û ji bo ku bikaribin debara xwe bikin difiroşin.”   ‘Çêkirina rişde kedê dixwaze’   Sidikayê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku çêkirina rişde kedê dixwaze û got ku ji berê de rişde çêkirine û rişde kevneşopiyeke bi salane, ew ê tu car dev jê bernedin û wiha dom kir;” Em bi salane li Qersê bi çêkirina rişde debara xwe dikîn. Em hem debara xwe pê dikîn û hem ji vê kevneşopiya bi salan didîn berdewamkirin. Çêkirina rişte rastî ji pir zehmete û kedê dixwaze. Em serê sibehê dest pê dikîn û heta êvarê xelas nabe.”   ‘Berê me 15 tûrik rişte çêdikirin lê niha em 10 tûrikan çêdikîn’   Sidikayê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser aloziya aborî û diyar kir ku ji ber bihabûna ard ew nikarin êdî rişde ji çêkin û wiha pê de çû;” Ji ber aloziya aborî her tişt bihabû ye. Berê me 15 turik rişde çêdikirin. Lê niha em tenê dikarîn 10 turikan çê bikîn. Li gel hemû neyiniyan ji em dev ji vê kevneşopiyê bernadin. Li Qersê şert û mercên zivistanê pir zehmetin û ji ber wê jî  hewceye ku em ji zivistanê re amade bin.”