‘Pirsgirêka Tirkiyeyê ne şer e, pisgirêka debariyê ye’ 2019-11-05 09:13:47   WAN - Jina bi navê Nazlican Aslan bal kişand ser krîza aborî ya her diçe mezin dibe û got: “Derfetên wan hene ji bo ku mûçeyê xwe zemê bikin. Lê çima derfetên çareserkirina pirsgirêkên gel tune ne? Pisgirêka Tirkiyeyê ne şer e, pisgirêka debarê ye. Em şer naxwazin.”   Êrîşên AKP’ê yên li hember Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê didomin û li gel vê jî krîza aborî ya ku gel pê hatiye rû hiştin nayê dîtin. Ji bo şer butçeyek mezin hatiye veqetandin û ev butçe jî bi bacên gel tê mezinkirin. Jinan diyar kirin ku krîza aborî herî zêde bandor li ser gel dike û gotin ji bo muçeyê Serokomar 6 hezar û 750 TL zem hatiye kirin û ji 74 hezar û 500 TL yî derxistine 21 hezar û 250 TL yî.   ‘Dibêjin krîz tune ye ka wer in ji me bipirsin’   Nazlican Aslan ya li navçeya Îpekyol a Wanê dijî, bi lêv kir ku ew êdî nikarin fatureyên av, ceyran û kirê bidin û got: “Ji bo ceyranê zem hat kirin. Êdî kes nikare pêşî li vê bigire. Mirov nikarin debara xwe bikin. Ev jî têr nake zemê dikin. Em dibêjin krîz heye, desthilatdarî dibêje tune ye. Betalî pirsgirêka herî mezin a welat e. Derfetên wan hene ku ji bo muçeyê xwe zemê bikin. Lê ji bo çareseriya pisgirêkên gel derfet tune. Bila ji gel bipirsin ‘hun çi dixwazin’. Em şer naxwazin. Pirsgirêka Tirkiyeyê ne şer e, pisgirêka debarê ye. Bila êdî dest ji polîtîkayên şer berdin.”   ‘Ez dixwazim bixebitim, kar tune’   Denîz Tîtît jî destnîşan kir ku mehane hatina wê hezar TL ye lê nikare debara xwe bike û got: “Bi hatina zivistanê re rewş giran bû. Ligel lêçûna komir û êzingan, fatura me bêzar dikin. Kirê heye. Di vê rewşê de em ê ji bo mutbexê çi bikin. Carna tiştek tune ku em xwarinekê çêbikin. Zarokekî min heye ez nikarim wî xwedî bikim. Betalî heye, dixwazim bixebitim lê kar tune. Me gunehen.”   ‘Di bêrîka gel de pereyê çewalek ard tune’   Jina bi navê Şîrîn Aslan jî ku esnafiyê dike daxuyakirin ku çend sale ji her xurekê nikare ji dukana xwe re bigire û got: “Yên em digirin jî nayên firotin. Berê me çewalek ard bi 70 TL digirt. Lê niha bi 120 TL digirim. Di bêrîka gel de pereyê çewalek ard tune. Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye. Tişta dikin zilm e. EV gel kirin qurbana polîtîkayên şer.”   Ji bo 25 TL seranserê rojê dixebitin   Aynur Delîbaş jî bi lêv kir ku hevjînê wê seyarfiroşiyê dike û got bi vê hewl didin debara xwe bikin û got: “Ev du sale em nikarin sîwana mala xwe çêbikin. Kurekî min serê sibê heta êvarê ji bo 25 TL dixebite.”  Mesaj yazın