ÎSÎGM: Di meha Cotmehê de 2 kedkarên zarok û 7 jinan jiyana xwe ji dest a 2019-11-04 13:08:55   NAVNDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora ÎSÎGM'ê ya cînayetên li ser kar, hat diyarkirin ku di meha Cotmehê de 155 kedkaran jiyana xwe ji dest daye û ji van 2 jê zarok û 7 kes jî jin in.    Meclisa Tendirustiya Kedkaran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) rapora xwe aya Cînayetên li ser Kar aşkera kir: Li gorî raporê di 10 mehên salê ku derbas bûne de di encama cînayetên li ser kar de hezar û 477 kedkaran jiyana xwe ji dest dane û di meha Cotmehê tenê de jî du jê zarok û 7 jî jin bi giştî 155 kedkaran li ser kar jiyana xwe ji dest dane.    Li gorî raporê di meha Çile de; 159 karker, di Sibatê de; 127 karker, di Adarê de; 114 karker, di Nîsanê de; 153 karker, di Gulanê de; 164 karker, di Hezîranê de; 131 karker, di Tîrmehê de; 178 karker, di Tebaxê de; 149 karker, di Îlonê de; 147 karker û di Cotmehê de jî 155 karker bi giştî di nava 10 mehên 2019'an de li Tirkiyeyê herî kêm 1477 karker bûn qurbana cînayetên kar.