‘Keda jinê zêdetir tê binpêkirin’ 2019-11-03 10:03:10   Safiye Alagaş   STENBOL - Hevseroka KMO ya Stenbolê Selîn Top diyar kir ku li Tirkiyeyê ev çend sale ji ber krîza aboriyê jin hem li malê hem li cihê xebatê zêde dixebitin û herî zêde jî keda wan tê binpêkirin. Selînê wiha got: “Em pêvajoyên krîza aborî dikarin wek pêvajoyên ku kapîtalîzm û patrîarkar zêdetir xurt dibin bigirin dest.”   Li Tirkiyeyê di çend salên borî de krîza aborî her diçe kûr dibe û betalî û zem herî zêde jinan mexdur dikin. Hevseroka Odeya Endezyarên Kîmyayê (KMO) ya Stenbolê Selîn Top, bi lêv kir ku desthilatdarî hewl dide pêşiy krîzê bigire, lê desthilatdarî roj bi roj xwe zêdetir dide hîskirin û got: “Mînakên herî şênber dorên firotinê yên tanzîmê bûn. Dan û standin roj bi roj kêm dibe. Di vê pêvajoya ku girtina xurekê evqas zehmet bûye de, gotina ‘krîz tune’ bê wate ya.”   ‘Dualî bandorê li jinan dike’   Selînê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku krîz bi du aliyan bandorê li ser jinan dike û got: “Ya ewil bi rehetî jin ji kar tên avêtin. Jinên ducanî ji kar tên avêtin. Her wiha wek hêza kar a erzan tên dîtin. Li aliyê din jî li kargehan tên sînorkirin. Li aliyê din jî aramiya cihê kar her diçe dikeve. Mesaî zêde dibin. Moral kêm dibe. Şîdeta li cihê kar zêde dibe. Bi van re jî li pêş rêxistinbûnê astengiyên mezin çêdibin. Li aliyê din jî jin di nav malê de pisgirêkên cidî dijîn. Ji ber pereyê tê malê sabît e. Lê tiştên tên kirîn biha ne. Di vê mijarê de jî herî zêde jin bi bandor dibin.”   Selînê destnîşan kir ku bi her awayî jin cot mesayiyê re rûbirû tên û got: “Em dibînin ku jin hem li cihê kar hem jî li malê tên tengezarkirin. Bandorek wisa ya vê krîzê jî heye. Hewcedariyên sereke yên malê tên sînorkirin. Ev jî barekî din e. Di vê pêvajoyê de kapîtalîzm û patrîarkar pir zêde xurt dibin. Jin li şûna biçin bazaran diçin marketan ji her cureyekî sebze û fêkî tenê dikarin hebekê bistînin. Jin hem li malê hem li kargehan rastî binpêkirinan maf tên.”