Navenda Lêkolînên Polîtîk û Sosyolojîk: Li Sanayiyê îsthdama jinan kêm e 2019-10-31 12:31:47   AMED - Navenda Lêkolînên Polîtîk û Sosyolojîk bi raporekê "Cihê jinan ê di îstîhdamê de û rewşa jinan di warê beşên kar de" aşkera kir. Di lêkolîna ku hatiye kirin de tê diyarkirin ku di beşa kar a sanayiyê de îstîhdamkirina jinan kêm e.      Navenda Lêkolînên Polîtîk û Sosyolojîk ji bo ku rewşa îstihdamkirina jinan û rewşa wan a îstihdamkirina di warê beşên kar de tespît bike, daneyên istatistîkî yên Saziya Istatistîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) lêkolîn kir û wekî rapor weşand.    Îstîhdama jinan li van 4 bajaran gelek kêm e   Li gorî raporê bajarê ku herî kêm jin li wan hatine îstihdamkriin, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê ye; li van bajaran rêjeya îstihdamê li gorî rêjeya giştî di sala 2014'an de ji sedî 17,03, di 2015'an de ji sedî 16,22, di 2016'an de ji sedî 18,37, di 2017'an de ji sedî 17,27, sala 2018'an de jî ji sedî 20,18 ye.   Li  gorî heman raporê bajarên ku îstihdam li wan zêde ye jî Çankiri Sînop û Kastamonû ye.   LI sektolra çandiniyê îstîhdama jinê   Li gorî lêkolînên ku hatine kirin li sektora çandiniyê jî îstîhdama jinan herî zêde li bajarên Herêma Bahra Reş e.   Li sektora Sanayiyê de jî cihên ku herî zêde îstihdama jinê li wan kême, barê Agirî, Kars, Îdir û Erdexanê ye. Bi  vê lêkolînê derdikeve holê herî zêde jin li herêma Kurdistanê hatine îstihdamkirin.    Di sektora xizmetê d jî jin herî zêde li Stenbol, Bursa, Eskîşehîr û li Bîlecikê hatine îstihdamkirin.   Li vê sektorê jî herî kêm  jin li herêma Kurdistanê hatine îstihdamkirin û rêjeya herî kêm li bajarên Riha û Amedê ye.    Lê di raporê de tê aşkerakirin û li van bajaran di salên dawîn de di sektora xizmetê de rêje zêde bûye.