Li Edeneyê jin ji bo salçeyê ketin tevgerê 2019-10-29 09:09:32   Fîlîz Zeyrek-Berfîn Dogan   EDENE - Bi hatina payîzê re li Edene û derdora wê çêkirina salçeya îsotê dest pê kir. Jinên ku berhemên fabrîkayê naxwazin, salçeyê bixwe çêdikin.   Bi hatina zivistanê re amadekariyên zivistanê ku ji bo jinan bûye wek kevneşoiyekê bi ked û zehmetiyek mezin li ser sifreyan cihê xwe digirin. Tirşî, salçe, sebzeyên hişk ji ber ku baştir, paqij û tehma wan cuda ye, li şûna xurekê amade yên pakêtkirî tên tercihkirin. Berhemên ku payîzê tên amadekirin, bi qasî ku zehmetiya wan zêde bi teşeyê hilberandina komunal tên amadekirin. Jinên ku hîna çanda taxê didin jiyîn vê xebata zehmet bi hev re dikin. Li navçeya Seyhan a Edeneyê li taxa Obalar van rojan salçe tê çêkirin. Bi îsota Çukurovaya ku bi axa xwe ya bereket tê zanîn, salçe tê çêkirin û tehmek cuda dide xwarinan.   ‘Destên me bişewitin jî em çêdikin’   Jina bi navê Aşude Çelîk, diyar kir ku ji ber tehm û başbûna salçeyê ew bixwe çêdike û got: “Em bi 200-300 kîlo îsot çêdikin. Em îsotê ji Karahîsarê digirin. Bi tehm û berket e. Her kes salça xwe bixwe çêdike. Ji ber îsot tûj e destê me dişewite lê ji ber ji bo tenduristiyê baştir e em vê nakin pirsgirêk.”   Aşûdeyê wiha berdewam kir: “Em tovên wan jê digirin. Em baş dişon. Piştre bi makîneyê dikin salçe. Li şaneşîn an jî banan tê raxistin û hefteyek du hefteyan em hişk dikin. Piştre em dikin bîdonan û ji bo zivistanê amade dikin.”   ‘Di her tiştî de keda jinê heye’   Aşûdeyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku karekî ku kedê dixwaze ye û got: “Ev kar ji aliyê jinan ve tên kirin. Jin di her qada jiyanê de kedê didin. Jin gelek xurt û têkoşer in. Her tiştê ku destê wan lê dikeve xweş e û tehma wê heye.”   ‘Em her tiştî bi keda xwe çêdikin’   Perîhan Susuz jî 25 sale salçeya xwe bixwe çêdike. Perîhan ji Semsurê ye û kevneşopiya xwe ya wir li vir didomîne. Perîhanê diyar kir ku li gorî demsalê xurekên xwe bixwe çêdikin û got: “Çi hewce bike em wê çêdikin. Mînak ev demsala zeytûn û salçeyê ye. Piştî salçeyê em ê zeytûnan bişkînin. Em ê konserve û tirşiyê jî çêbikin. Xwarinên li malê tên çêkirin, di alî aborî de jî baş dibe. Li gorî kalîteya îsotê bihayê salçeyê jî diguhere. 50 kîlo îsot ji me re tê 150 TL. Salça jî 15 kîlo ye. Kîloya salçeyê 30 TL ye. Ji ber vê ya ku em çêdikin kara wê heye. Her wiha hilberandin min kêfxweş dike.”