Krîza aborî kûr bû:Pereyê ji me digirin pê çekan digirin 2019-10-18 09:24:39   WAN - Li Tirkiyeya ku sê sale di krîza aborî de ye, gel êdî nikarin hewcedariyên xwê yên sereke bigirin û her wiha welatiyan bertekên tund nîşan dan û gotin: “Pereyê ji me tê birîn, pê çek tên girtin û li me dixin.”   Li Tirkiyeyê krîza aborî ya heyî bi zemên ku li ser hev tên kirin, gel bêzar kirin. Welatiyên ku êdî nikarin hewcedariyên xwe yên rojane yên sereke bigirin diyar kirin ku rewş her diçe giran dibe.    Şêniyên taxa Surmelî û esnafên wê ya Rêya Ermûşê ya Wanê berteka ‘Yê ji me digirin, ji bo çek, top û tanqan radizên û bi van jî li me dixin’ nîşan dan.   ‘Tiştek nayê firotin’   Aysel Aslan a 5 sale esnaf e diyar kir ku kara wan gelek ne baş e û nikarin kirêya dikanê derxin û wiha got: “Em nikarin debara xwe bikin. Roj heye tiştek nayê firotin. Em nikarin nan bibin mala xwe. Heta ku ev polîtîkayên şer bidomin wê krîz jî kûrtir be. Divê şer raweste û krîz bê çareserkirin.”   ‘Bi baca gel çekan digirin’   Zerîfe Ozdemîr jî daxuyakirin ku hikûmet bi baca gel çekan digire û ev tişt bi lêv kir: “Polîtîkayên şer krîz gelek kûr kir. Desthilatdarî bi baca me tanq, top û çekan digire, pê li me dixe. Li şûna vê dikin bila alîkariya xizan, kal û pîran bike. Êdî bes e, bila aştî bê. Bila ev zilm bi dawî be. Bila jin, ciwan, zarok nemirin.”   ‘Her tişt biha bû’   Basra Hazir a bi çêkirina nanê tenûrê debara xwe dike jî berteka xwe wiha anî ziman: “Berê me kîsek ard bi 70 TL’yî digirt, niha 110 TL ye. Tonek êzing jî bûye 700 TL. Ji ber krîzê kes nikare tiştekî bikire. Tirkiye niha êrîşê Sûriyeyê dike. Ev me gelek xemgîn dike. Yên li wir jiyana xwe ji dest didin jin, zarok, kal û pîr in. Divê ev şer bê rawestandin, aştî û aramî bê.”   ‘Gelo em çi bikin, em ji ku bînin?’   Welatiyek ku nexwest navê xwe bide jî wiha got: “Xaniyê me di erdhêja 23’ê cotmeha 2011’an de hilweşiya. Ji ber vê em li TOKÎ’yan bi cih bûn. Lê pereyê razandina tokiyan bi faîz e. Em nikarin lêçûnên xwe bigirin. Ji ber krîzê em nikarin fatureyên ceyran, gaza xwezayî û avê bidin. Em naxwin em didin fatureyan. Em çi bikin, em ji ku bînin?”   Jina bi navê Hatun Yîgît jî bi lêv kir ku bandora krîzê hîn bêtir mezin bûye û wiha dawî lê anî: “Êrîşên li hember Sûriyeyê krîz mezin kir. Di heman demê de gel mexdûr dibe. Êrîşa li hember Sûriyeyê dagirkirine. Gel qetilkirin û neçarî koçberiyê kirin.”