Karê ku binpêkirina xweza û keda jinê kiriye yek: Teynel 2019-10-15 09:09:22   AYDIN - Binpêkirina kedê ya li navçeya Soke ya Aydinê xwe gîhandiye sînorên Parka Mîllî ya Buyuk Menderes, bi binpêkirina keda jinê dibe yek. Jinên gundê Akçakonak ya ku fabrîka Sîbaş Gida lê ye, kîloya nebata bi navê defne yanî ‘teynel’ bi 8 TL paqij dikin. Pispora Ewlehiya Kar Vezan Karabulut jî diyar kir ku hewcedarî bi alavên ku mijara zayenda civakî û xwezayê ligel hev nîqaş dike, heye.   Ji navçeya Selçuk a Îzmîrê, navçeyên Kuşadasi û Soke ya Aydinê û her wiha ji herêma Akçaburgaz û heta Parka Mîlî ya Buyuk Menderes, darên defneyê tên birîn û dibin gundan. Gundiyan diyar kir ku ji ber texrîbata giran a daran, Midûriyeta Daristanê ya Aydinê birîna daran qedexe kiriye û defneyan ji baxçeyên gundiyan dikirin. Ji tovê defneyê, sabun, derman û nebat tê bidetxistin. Jinên serî kîloya defneyê bi 8 TL paqij dikin û jinên rojane dixebitin jî 70 TL digirin. Li gorî kalîteya belgên defneyê jî kîlo ji 50 û di ser vê de tê firotin.   Rojaneya jinan 70 ya mêran jî 100 TL ye   Jina karker ya bi navê Nermîn Yildiz wiha got: “Mêrên defne ji çiyan tîne rojana wan 100 TL ye. Ji bo jinan jî karê çapeyê, tûfreng û çatirê heye. Jinên karê teynelê li malê dikin bi hevjînên xwe re diçin çiyê jî. Karê me zehmet e lê em neçarin bikin. Jinên 7-8 zarokên wan hene, dixebitin. Hem karê malê dikin hem yê vir. Heta nîvê şevê kar heye. Rojaneya jinan jî 70 TL ye.”   Saniye Yaşar jî bi lêv kir ku bavê wê nehiştiye ew biçe dibistanê û niha bi vê xebatê kêm be jî azadiya aboriya xwe afirandiye û wiha pê de çû: “ Ez di alî aborî de piştgiriyê didim hevjînê xwe . Lê ew di karê malê de nabe alîkar. Ez ji xebatê kêfxweş im. Jin û mêr wek hev hatine dinê. Divê mêr alîkarê jinan bin lê nakin.”   ‘Di binpêkirina kedê de bêewlehî û sînorê temen’   Naîme Yildiz ku bi salan di Sîbaş Gida de xebitî, sê sal mabû ji teqawîtbûna wê re bi hinceta pîr bûye ji kar hatiye avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber karekî din tune ez defneyê bi kîloyan paqij dikim. Rojê 3 an jî 4 kîlo paqij dikim. Du zarokên min hene. Hevjînê min 3 sal berê mir. Her tiştî ez bi tena serê xwe dikim. Ji ber temen kes min nagire kar jî.” Şerîfe Erdî jî ku 12 sale vî karî dike, diyar kir ku ji ber ku di Sîbaşê de gelek zehmetiyan dikşîne di mil û gurmika wê de werimîn çêbûye û ji neçarî vî karî dike.   Fadîme Kocakaya jî da zanîn ku mirov xizanbin mirov ji bo kar diçin her derê û got: “Kurdên 30 sal berê koçî vir kirine û Tirkên ji vir ligel hev dijîn. Em bûn wek xizmên hev. Zarokên me ligel hev mezin dibin. Xizan hemû yek in. Nanê me yek e.”   Pispora ewlehiya kar Vezan Karabulut jî wekê di karê teynelê de, di sektora çandiniyê de jî newekheviya heqdest ya xwe dispêre zeyandê heye û got: “Ji ber nêrîna serdest ya mêr pereyê jinan kêmtir e. Dema binpêkirin û îstîsmar tê gotin ewil jin û zarok tên hişê mirovan. Di vê qadê de tenê karkerên jin tên xebitandin. Di sektora çandiniyê de nasnameyên cuda, temen û zayend wek alava binpêkirinê tê dîti. Jin dibin hedefa vekirî. Xweza jî wek van komên dezavantaj nisîbê xwe ji talan û binpêkirinê digirin. Hewcedarî bi alavên ku mijara zayenda civakî û xwezayê ligel hev nîqaş dike, heye.