Jinên Agiriyê: Şer bidome wê krîza aborî jî bidome 2019-10-13 09:09:45   AGIRÎ - Jinên ku ji ber bihabûna sebze û fêkiya destvala ji bazarê vedigerin wiha got: “Em maeşa teqawîtbûnê ji xwe didin bacê û fatureyan. Sedema şer krîz e û divê demildest bi dawî be.”   Li navçeya Bazid a Agiriyê jinên ku diçin bazarê û dest vala vedigerin, bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku ev krîz hemû ji ber şer pêk tê. Jinan da zanîn ku mînaka vê jî operasyona îro li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê ye. Jinan bi lêv kir ku herî dawî ji bo ceyranê ji sedî 14,9 zem hatiye kirin û wiha gotin: “Maeşa em digirin jî têrî bacan nakin. Ji bo krîz bidawî bibe divê demildest şer bidawî be.   ‘Her roj zema nû tê’   Jina bi navê Sedîrye Atakan daxuyakirin ku bi maeşa teqawîtbûnê debara xwe dike û got: “Krîzê gelek bandor li me kir. Em destvala ji bazarê vedigerin. Em dipên ku biha hinek bikevin lê her diçe zem tê kirin. Berêbûna me bi 20 TL dikaribû tiştek li gorî daxwaza xwe bigirta lê em niha nikarin bigirin. Kurekî min dixebitî, debara me dikir. Lê 22 sale beyî sûc di girtîgehê de ye. Em nizanin çi bikin. Em perîşan bûne. Herî dawî zem hat ceyranê. Em dipên ka wê hîna çiqas zem bêkirin. Em vê zilmê qebûl nakin.”   ‘Divê şer bên sekinandin’   Zerîfe Dîndarîk jî destnîşan kir ku bi maeşa teqawîtbûnê debara xwe dikin û got: “Her tişt pir biha bûye. Ji bo ceyran û xurekê her tim zem tê kirin. Beriya krîzê em bi rehetî diçûn dan û standinê. Lê hikûmetê em perîşan kirin. Bi zor dijî. Divê demildest ev şerê dibe sedema krîzê bidawî be.”   ‘Pere tunebe jiyan jî tune’   Nazîre Yilmaz wiha bertek nîşan dan: “Qaşo em hatin dan û standinê. Lê kar binêrin em nikarin tiştekî bikirin. Me tenê firingî girt. Beriya krîzê em bi erebokê dihatin bazarê. Min her sal tirşî çêdikir. Lê îsal pere tune. Niha em tenê hewcedariyên xwe yên sereke digirin.”   ‘Em nikarin fatureyan bidin’   Senay Samur daxuyakirin ku dewlemend ji rewşa xizanan fêm nakin got dan û standina berê bi 50 TL dikir êdî nikare bike û ev tişt bi lêv kir: “Gore jî bûye 10 TL. Fatureyên ceyranê li ser hev disekinin. Em nikarin bidin. Divê ev krîz rabe û gel rehet bike.   ‘Divê şer demildest bidawî be’   Fîlîz Turgut jî wiha got: “ Em nikarin kirê bidin. Em nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Krîz ji ber şer pêk tê. Divê demildest dawî li vî şerî bê dayîn.”