Gelo em ceyrana kaçax bi kar bînin? 2019-10-07 09:03:34   WAN - Jinan diyar kirin ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û bertek nîşanî zema ji sedî 14,9 a ji bo ceyranê hatiye kirin û gotin: “Gelo em ceyrana kaçax bi kar bînin.”   Welatiyên ji ber krîza aborî nikarin xwe bigihînin xurekên sereke, dîsa ceyrana ku yek ji hewcedariyên sereke yên jiyanê ye zem lê hat kirin û welatî hatine asta ku nikarin fatureyên xwe bidin.Lijneya Sererastkirina Piyasaya Enerjiyê (EPDK) ji sedî 14,9 zem anî û li ser vê bertekên gel mezin bûn. Bi zema dawî re di 2 salan de ji bo ceyranê ji sedî 75 zem hat kirin.   Welatiyên taxa Serhat a navçeya Artemît a Wanê , diyar kirin ku zivistan hat û nizanin çi bikin û gotin sedema pirsgirêkên aborî pereyên ku ji bo şer hatiye razandinê ye.   ‘Em ê fatureyan çawa bidin’   Jina bi navê Feyture Yildirim destnîşan kir ku ew malbatek qerebalix in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em 5 zarokan didin xwendin. Di bêrîka wan de pere tüne ye. Her roj zem tê kirin. Fatura ceyranê herî kêm 120 TL tê. Pêşiya me zivistan e. Wê çawa be em nizanin. Em ceyrana sobeyê bi kar bînin îcar nikarin fatureyê bidin. Serokomar Tayyîp Erdogan ev gel êdî bêzar kiriye. Aramî nema ye. Ciwanên me li bajarên xwe nikarin bixebitin, diçin bajarên din. Bi gelek qezayan re jî tên rû hev. Hevjînê min li bajarekî din di înşatê de dixebitî, ji înşatê de ket û jiyana xwe ji dest da. Erdogan ev cîhan şewitand.”   ‘Bi zema dawî re em ê zêdetir zehmetiyan bikşînin’   Emîne Oner jî bi lêv kir ku hevjînê wê naxebite û bi maeşa zarokê xwe yê otîzmî debara xwe dikin û got: “Hemû karê jinan bi ceyranê ye. Em her roj hundir paqij dikin, ji ber gaza xwezayî li mala me tune em şofbenê bi kar tînin. Wisa xuyaye ku wê zem me bêzar bike.”   Sevgîl Akkoyun û Eydê Oner jî anîn ziman ku ew nexweş in û nikarin dermanên xwe jî bigirin û berteka ‘ma em ceyrana kaçax bi kar bînin’ nîşan dan.   Di 2 salan de zema ji bo ceyranê hatiye kirin wiha ye:   *1’ê Çileyê 2018:Ji bo ceyrana di avahiyan de tê bikaranîn ji sedî 8,8, ji bo ceyrana li sanayî û bazirgaxaneyan tê bikaranîn jî ji sedî 8,4 zem hat kirin.   *1’ê Nîsana 2018: Bihayê ceyranê ji sedî 2,89 zem kirin.   *1’ê Tebaxa 2018: Ji bo avahiyê ji sedî 9 û bo sanayî jî ji sedî 14 zem kirin.   *1’ê îlona 2018’an: ji bo ceyrana avahiyan ji sedî 9 ji bo ya sanayiyê ji sedî 14 zem hat kirin.   *1’ê cotmeha 2018’an: Ji bo ceyrana avahiyan ji sedî 9 ji ya sanayiyê re jî ji sedî 18,5 zem hat kirin.   *1’ê Tîrmeha 2019’an: Ji bo ceyranê ji sedî 15 zem hat kirin.   *20’ê îlona 2019: Ji bo ceyranê hat gotin ku wê ji 1’ê cotmehê şûnde ji sedî 14,9 zem bê kirin.