Ked û rengê jinê ya li ser mehsereyê 2019-09-24 09:02:12   Roza Metîna   MÊRDÎN - Bi hatina dema mehsereyê jinan dev û delingên xwe hildan û berî dan nav rezan. Ji jinên ku her sal bi keda destên xwe dema mehsereyê pêşwazî dike, Menal Ocal, diyar kir ku karê bi destên jinan tê kirin her bêtir serkeftî ye û wiha got:"Em her sal tên ser mehsereyê û hewil didin ku ji xwezayê feyzê bigirin û bi xwêdana eniya xwe berhemên xwedî cêjeke xweş biafirînin."   Yek ji taybetmendiyên demsala payizê ew e ku jin diçin ser mehsereyê û bi xebatek hêja dims, bastêx, benî çê dikin û bi vî rengî di heman demê de amadekariya zivistanê jî dikin. Jina bi navê Menal Ocal a ji Gundê Fitnê yê Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ye û dema mehsereyê bi keda destên xwe pêşwazî dike wiha dibêje:"Em di dema mehsereyê de gelek kedê didin. Keda jinê bi qîmet e loma divê xwedî li vê kedê bê derketin."    'Her çiqas zehmet be jî em her dem hewil didin ku em karê xwe baş bikin'   Menalê di destpêkê de behsa çêkirina dims û gebûlê kir û wiha got:"Em serê sibehê zû tên ser rez. Em berê tiriyê xwe diçinin û şîreya tiriyê xwe derdixin. Piştre em bera sîtilan didin û agirê kuçekê xwe pê dixin. Dema kelek bi gebûlê dikeve yanî dikewide em datînin û heta dadinisele em bera sîtilek din dide. Piştî ku em bera sîtilê didin vê carê em ardê xwe dixin nav û heta ku çê dibe em li hev dixin. Piştre jî em li şalan dikin û li erdê datînin. Heta hişk dibe şûnde em êdî bastêxa xwe ji şal radike. Ji bo dimsê jî em berê şîreya tirî derdixin dawiyê qansî saetekê dikelînin piştre jî axê bera nav didin. Lê dema ku dims dikele em li hev dixin ji bo bi ser de neçe. Piştî sê çar saetan dikele şûnde em datînin da ku danisile. Heta ku em bastêxê û dimsê çêdikin em gelek zehmetiyan dikşînin. Her çiqas zehmet be jî em her dem hewil didin ku em karê xwe baş bikin."   'Jin di qada xebatê de xwedî rolek girîng e'   Menalê bi lêv kir ku ew dims, gebûl û bastêxê dema çêdikin gelek zehmetiyê dikşînin û wiha got:"Tirî hinek salan zêde ye hinek salan kêm e. Dema tirî kêm be kewdeyên mehsereyê jî kêm in. Di bin tavê de û li ber agirê kuçikê ji bo çêkirina dims û gebûlê tê pêxistin xebat gelek zehmet e. Lê tevî vê zehmetiyê dîsa jî em hewil didin ku tiştên xweş biafirînin. Jin di qada xebatê de xwedî rolek girîng e. Dema em zarok bûn dîsa jinan li gundê me pêşengtiya karê mehsereyê dikirin. Di her qada jiyanê de jinê ked daye û xwedî berhemên hêja ne."   'Divê xwedî li keda jinê bê derketin da ku hêviyên civakê geştir bibin'   Menalê da zanîn ku xweza û jin ji hevdu cuda nikare bê nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em her sal tên ser mehsereyê û hewil didin ku ji xwezayê feyzê bigirin û bi xwêdana eniya xwe berhemên xwedî cêjeke xweş biafirînin. Xwezaya gundê me gelek xweş e. Di nava çiya de ye. Dema em dixebitin em diwestin lê bi saya xwezaya xweş a gundê me em westandina xwe ji bîr dikin. Xweza ji hevdu cuda nikare bê nirxandin. Bi feyza ji xwezayê tê girtin em di dema mehsereyê de gelek kedê didin. Keda jinê bi qîmet e loma divê xwedî li vê kedê bê derketin. Divê xwedî li keda jinê bê derketin da ku hêviyên civakê geştir bibin."