'Jin ked didin, mêr jî pere digirin' 2019-09-21 09:11:11   WAN - Jinên li Westan a Wanê bi çandiniyê debara xwe dikin. Jinên ku 20 sal in li baxçeyan dixebitin wiha got: “Zehmetiyan em dikişinin, em ked didin lê mêr jî pere digirin. Kêfa wê jî mêr dikin. Mafê jinên li gund jî wekî yên bajaran tên binpêkirin.”   Jinên li gundê Vurqunîs a Westan a Wanê dijîn, bi sebzeyên ku çandinê amadekariya zivistanê dikin. Jinên di meha îlonê de dest bi komkirina îsot, bacan, firingî, xiyar û silq, di heman demê de debara xwe bi van berheman dikin. Jin hemû demsalan bê navber dixebitin. Her demsalek karek û zehmetiyek vê hene. Jin her demsalî bi kedeke mezin dikin her wiha li malê jî karê rojane dikin. Tişta herî girîng jî ligel keda ku didin heqdesteke baş nagirin.    'Em ked didin, mêr pere digirin'   Songul Işik destnîşan kir ku 20 sal in bi karê baxçe re mijûl dibe û wiha pê de çû: “Em biharê dest bi çandiniyê dikin. Di mehên îlon û cotmehê de jî em sebze û fêkî kom dikin. Em sebze hişk dikin û konserve û ava firingiyan derdixin. Yek ji karê herî zehmet silq ê . Em di meha cotmehê de kom dikin û dikin çawalan. Em belgên wê jê dikin, dipijirînin û ji bo zivistanê dikin cemedankê. Zivistanê em di rûn de hêkan bi ser de dikin. Mehane 300-400 TL hatina silqan heye. Pereyê ji bo silqan tê mêr digirin. Zehmetiya wan em dikînin, kêfa wê jî mêr dikşînin. Mafê jinan li her derê li gund jî li bajaran jî wekî her car tê binpêkirin. Em her karî dikin, mêr tenê dikin kamyonetan û wekê ew dixebitin nîşan didin.”   ‘Em bi zor debara xwe dikin’   Songulê daxuyakirin ku ew beramberê keda xwe heqdestê xwe nagirin û wiha pê de çû: “Di vê krîzê de gelo kesên li bajaran çawa debara xwe dikin. Yên me baxçeyên me hene, sebze û fêkiyên me hene. Em bi vî awayî zehmetiyan dikşînin. Gelo ew çawa nakşînin.”   Mahbup Işik jî bi lêv kir ku ew jiyana li gund tercîh dike û got bi baxçeyê fasulyeyan debara xwe dikin û ev tişt bi lêv kir: “Me di meha îlonê de 15 çewal fasule kom kir û firot. Beriya krîza aborî me bi 10 çewal fasuleyî xurekên xwe digirt. Niha em bi 15-20 çewalî nikarin hewcedariyên xwe bigirin. Me berê sewalkarî dikir. Lê bi krîzê re me her tişt firot.”   Emîne Işik jî anî ziman ku roja wan bi karê gund diqede û 30 çêlekên ku lê dinêre jî ji Koperatîfa Krediya Çandiniyê bi teqsîdan girtiye. Emîneyê got ji ber aboriyê pir zêde pirsgirêkan dijîn û got: “ Em vî karî nekin em ê çawa debarê bikin nizanim.”