Jinên ji bo amadekariyên zivistanê diçin bazarê destvala vedigerin 2019-09-19 09:07:41   WAN - Bihayê sebze û fêkiyan, bandor li ser amadekariyên zivistanê jî kir. Jinan diyar kirin ku ji ber zêdebûna biha dest ji amadekariya  zivistanê berdin, ew nikarin xurekên xwe yên rojane jî bigirin û wiha gotin: “Em êdî nikarin debara xwe jî bikin. Divê dewlet çareseriyekê ji vê krîzê re bibîne.”   Di van rojên ku me havîn li pey xwe hiştiye de, li herêma Serhedê ku hema hema 6 mehên salê di bin berfê de dimîne, jinan dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirine. Welatiyên ku di mehên havînê de neçar man bi bihayekî zêde fêkî û sebze bigirin, bi hatina payîzê re ji ber zema nû hewl didin xwarina xwe ya rojane bigirin û di amadekariyên zivistanê de zahmetiyan dikşînin. Ji 1’ê îlonê de ji bo gaza xwezayî ji sedî 15 zem hat kirin û vê jî welatî bêzar kirin. Ji ber zema hat kirin, me ji jinên Serhedê ku destvala ji bazarê vedigerin nêrîn girt.   Jinan bi lêv kir ku her sal ji bo amadekariya zivistanê ji her cureyê zebze herî kêm 10 kîlo digirtin lê îsal hêza wan a girtinê ji bo rojane jî tune ye.   ‘Pirsgirêk naqedin’   Jina bi navê Esmer Yabî daxuyakirin ku ji ber krîza borî nikarin goştê sor bigirin û wiha pê de çû: “Em zêdetir sebze bi kar tînin. Lê niha ji ber ku zebze jî bûha ye em hewl didin rojane ji bo xwe bigirin. Di malbatê de jî kes bi rêk û pêk naxebite. Pisgirêkên ku krîza aborî afirandine naqedin.   ‘Em her roj bi buhayekî nû şiyar dibin’   Xanim Yilmaz jî destnîşan kir ku ew ji 20 rojan carekê dikarin ji bazarê dan û stanê bikin û got: “Me her sal amadekariya zivistanê dikir. Lê em îsal nikarin bikin. Ji ber krîza aborî aboriya me têk çû. Em her roj bi bihayekî nû ku tê zêdekirin şiyar dibin. Bila dewlet çareseriyekê bibîne.”   ‘Bila kes zarokan neyne dinê ji ber ku nikarin li wan binêrin’   Cemîle Kaplan ku ji bo cilan ji zarokê xwe re bigire hatiye bazarê, diyar kir ku tenê cilên binî girtine ji zaroka xwe re û got: “Me cilên dibistanê negirtine. Me yên sala borî li wan kir. Em bi yek mûçeyî nikarin debara xwe bikin. Zarok ji bo dibistanê pere dixwazin. Em nikarin bidin. Ji ber vê krîzê bila tu kes zarokan neyne dinê. Her kes ancax dikarin li xwe binêrin. Divê dewlet êdî çareyekê bibîne. Dewlemend, xizanan tu car nabînin, nafikirin. Ji ber pereyê wan heye, pirsgirêk tune ye. Zivistan hat, em divê komirê bigirin, lê em nizanin çi bikin.”   ‘Du saetan vala digerim’   Dîlber Kanak jî bi lêv kir ku ev du saete li bazarê vala digere û got: “Ji nîvro de hatime bazarê lê ji ber bihayan min tenê nêrî. Bi rastî gelek zahmete ku mirov destvala vegerin malê. Min tenê pakêtek şekir girt.”   ‘Em ji tezgahên sebzeyê xirabe lê ye dan û stendinê dikin’   Meryem Aydin diyar kir ku ew destvala vedigerin malê û got: “Berê em bi 50 TL’y’i bi 20 poşetî vedigeriyan malê. Lê niha em 100 TL tînin, em bi 2 poşet sebze û fêkî diçin malê. Ew jî ji tezgahên ku fêkî û zebzeyê xirab lê tê firotin. Ji ber ku erzntir difiroşin.”   ‘Rewşa me ne baş e’   Ayşe Goren û Besê Yildirim jî bertek nîşênî krîzê dan. Ayşeyê got: “Zarokên min saet di 07.00’an de radibin û diçin kar heta derengiya şevê bi 20 TL dixebitin.” Besê jî da zanîn ku wek berê nikarin her tiştî bigirin, got 3 saete li bazarê digerin û dest vala vedigerin malê."