'Divê zehmetiyên jiyanê li hemberî ked û vîna jinan nebin asteng' 2019-09-18 09:02:07   Xezne Celal   KOBANÊ -  Firyaz Îsa bi keda destê xwe debara mala xwe dike. Firyaz, destnîşan kir ku bi çêkirina xwarinên zivistanê piştgiriyê didin aboriya malbata xwe û got: "Jin dikarin her tim ji bo aboriya malbata xwe ked bidin û bi xebitin."   Firyaz Îsa ku li bajarê Kobanê dijî, bi keda destê xwe debara malbata xwe bi rêve dibe. Zehmetiyên Firyaz yan malbatê pirin, keçeka wê 10 saliye û di heman demê de di dilê wê de kun heye. Hevjînê wê û xwesiya wê ji lal in. Firyaz bê rawestandin û bi rûyê xweyê bi ken barê zehmetiyên jiyanê li ser milê xwe sivik dike û di nava kedayinê de ye.    Firyaz  bê navber di her werzê salê de kardike û xwarinên zivistanê yên  ku di taştêyan de tên xwarin çêdike û difroşe. Niha jî dema çêkirina pêdîviyên zivistanê ye.  Firyaz bi Çêkirina xwarine Megdûse kedê didê, ev xwarin yek ji xwarinên bi nav û denge li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di payizan de tê çêkirin û ji zivistanê re tê hilandin û di dema taşteya siban de tê xwarin. Bêtirîn naskirina çêkirina vê xwarinê Firyazê ji me re gotinên  xwe bi dayina kedê parve kir.       'Jin dikarin ji bo aboriyeke baş xwe pêşbixin'        Firyaz wiha qala çêkirina xwarina Mekdûsan dike: "Megdûs xwarineke bi destê dayikan ji bo zivistanê tê çêkirin. Megdûs ji bajanên reş yên piçûk û nû derdikevin çêdibe. Destpêkê em bajana tînin û kelekê li ser agirê daran didinê de û paşê em demek di bin keviran de zûha dikin, da ku av di nava wan de nemîne. Dema amade dibe nava wan bi îsota sor û guwîz û fistiqan dadgirin. Paşê di nava yaxa zeytûnan de em dihilînin, wisa dimîne heye zivistan tê û em bi taşteyan re dixun. Xwarina Megdûsan di zivistan de pir xweşe. Dema baran dibarê û sibêhê zû be bi çayeke gerim re em dixun. Ev xwarin pir hesana û gelek mesref jî jêre nabê. Ev çanda herêma meye û her kes çêdike û jê hesdike."   'Bi keda destê xwe debara jiyan xwe dikim'   Firyazê, balkişand li ser xweşiya xwarinên destê dayikan û wiha axaftina xwe domand: "Xwarinên ku bi destê dayikan tê çêkirin, ji yê kargehan xweştirin. Xwarinên me hemû xwezayine û em paqijiya wê berçav digirin. Dema ez van xwarina ji malbatên din re çêdikim, ez li xweşî û paqijjiya wê baldarim. Bi keda destê xwe ez debara jiyana xwe dikim."  Di dawiyê de Firyaz got: "Ez nahêlim ku zehmetên jiyanê bidin asteng li hember ked û vîna min ez ê xebat bikim û tim bi jiyanê re di nava xweşiyê de bim."